Îsraîl: Termê hatiye wergirtin ê leşkerê me ye

08-11-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Xeze Hemas Dîl Term
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê piştrast kir ku termê ku doh ji aliyê Hemas û Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ve bi rêya Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) hatibû radestkirin, yê dîlekî Îsraîlî ye.

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê de hat ragihandin ku nasnameya termê ku doh hatibû wergirtin, hatiye diyarkirin.

Hat destnîşankirin ku term ê leşkerê yedek bi pileya efseriyê Lior Rudaeff e ku yek ji dîlên Îsraîlî bû û malbata wî ji bo karûbarên cenaze hatiye agahdarkirin.

Tê texmînkirin ku niha li Xezeyê termên 5 dîlên Îsraîlî mane.

Baskê leşkerî yê Hemasê, Lîwayên Qesamê û baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, Seriyeyên Qudsê, li Xezeyê di çarçoveya rêkeftina agirbest û pevguhertina dîlan de, termê dîlekî din ê Îsraîlî radestî şandeya ICRCyê kiribûn.

Piştî radestkirina dîlên Îsraîlî yên sax di çarçoveya rêkeftina agirbestê de ku 10ê Çiriya Pêşîn li Xezeyê ketibû meriyetê, termên 28 dîlên Îsraîlî li Xezeyê mabûn.

Hemasê berê di çarçoveya rêkeftinê de 19 term radestî Îsraîlê kiribûn.

Îsraîlê jî îdia kiribû ku di encama testan de yek ji terman ne ê ti dîlekî yê li Xezeyê mayî ye û yek jî perçeyên termê dîlekî ye ku berê hatibû wergirtin.

Hemasê şeva 31ê Çiriya Pêşîn hin bermahiyên din ên ku dihat texmînkirin ên dîlên Îsraîlî ne radestî Îsraîlê kiribûn lê birêvebiriya Tel Evîvê piştî otopsiyê ragihandibû ku ew ne ên dîlên Îsraîlî ne.

Îsraîlê bi rêya Xaça Sor di 2yê Çiriya Paşîn de 3 term, û di 4 û 5ê Çiriya Paşîn de jî her rojekê termê dîlekî Îsraîlî wergirtibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst