Netanyahu: Em dê girtiyên Filistînî piştî vegera dîlan berdin

12-10-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Filistîn Xeze Hemas Shosh Bedrosian Dîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê ragihand, piştî ku dîl gihiştin Îsraîlê û term hatin radestkirin, ew dê girtiyên Filistînî berdin.

Li gorî plana agirbestê, biryar e ku Hemas sibe dîlên Îsraîlî berde.

Berdevka Nivîsîngeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Shosh Bedrosian, ji rojnamegeran re ragihand:

"Piştî ku Îsraîl piştrast bike ku hemû dîl gihiştine axa welêt dê girtiyên Filistînî werin berdan."

Berdevka Nivîsîngeha Serokwezîrê Îsraîlê amaje pê kir ku ew li bendê ne sibe serê sibehê dîl serbest werin berdan.

Wezareta Dadê ya Îsraîlê pêr navê 250 girtiyên Filistînî belav kiribû ku li gorî biryarê di çarçoveya pevguhertina dîlan de werin berdan.

Li gorî plana agirbesta Xezeyê, Hemas dê 46 dîl û terman radestî Îsraîlê bike.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, ji wan 250 girtiyan, 15 kes ji rojhilatê Qudsê/Orşelîmê û 100 kes jî ji Kerta Rojavayê ne.

Ev lîste piştî ku heman rojê hikûmeta Îsraîlê plana agirbesta Xezeyê pesend kir, hatibû ragihandin.

Di nava lîsteyê de fermandarên payebilind hene

Fermandarê Cîhada Îslamî yê li Cenîn û Kerta Rojavayê Eyad Ebû Reb di nav lîsteya kesên ku dê werin berdan de cih digire.

Ebû Reb bi plansazkirina teqîna Şamod Mîşola ya sala 2003yan, teqîna xwekujî ya li Tel Evîvê ya Sibata 2004an û teqîneke din a xwekujî ya li Heyfayê tê tometbarkirin.

Her wiha Fermandarê Tevgera Fetihê Mihemed Zekerna yê ku bi êrişeke ji bo kuştina şofêrekî taksiyê yê Îsraîlî tê tometbarkirin jî di lîsteyê de ye.

Plana agirbestê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatibû pêşniyarkirin ku armanc jê bidawîkirina şerê ku Çiriya Pêşîn a 2023yan bi êrişa Hemasê ya li Îsraîlê dest pê kiribû ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst