Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku operasyona îro ya li serkirdeyên pilebilind ên Hemasê bi temamî operasyoneke serbixwe ya Îsraîlê bûye û ew berpirsiyariya êrişê jî digire ser xwe.
Artêşa Îsraîlê îro li Dohaya paytexta Qeterê navenda ku serkirdeyê Hemasê lê civîn dikir hedef girt.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro derbarê êrişa li dijî baregeha Hemasê ya li Qeterê daxuyaniyek belav kir.
Ofîsa Netanyahu got, "Operasyona îro ya li dijî serkirdeyên pilebilind ên Hemasê bi temamî operasyoneke serbixwe ya Îsraîlê bû."
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, "Îsraîlê ew da destpêkirin, Îsraîlê ew pêk anî û Îsraîl berpirsiyariya tevahî digire ser xwe."
Îro derdora saet 15:30î, li navçeya Ketarayê ya bajarê Dohayê yê paytexta Qeterê dûman bilind bû.
Ev yek jî piştî wê yekê hat ku dengê teqînê li bajêr hat bihîstin.
Piştre, Artêşa Îsraîlê li ser Xê derbarê êrişê daxuyaniyek belav kir û got:
"Artêşa Îsraîlê û Ajansa Ewlehiyê ya Îsraîlê êrişeke hesas li dijî serkirdayetiya pilebilind a rêxistina terorîst a Hemasê pêk anîn."
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ew kesên hatine armanckirin, di şerê li dijî Îsraîlê de xwedî roleke bibandor in.
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, "Ew endamên serkirdayetiya Hemasê bi salan e serkêşiya operasyonên terorîstî yên rêxistinê kirine û ji komkujiya hovane ya 7ê Çiriya Pêşînê berpirsyar in."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse