Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Zekat, Bac û Gumrikê ya Sûdiyê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku wan du hewlên derbaskirina madeyên hişber ji xala sînorî ya Hedîse li gel Urdinê pûç kirine.
Desteya Zekat, Bac û Gumrikê ya Sûdiyê diyar kir ku ew herdû barên ku hatine destserkirin zêdeyî 567 hezar hebên Kptagonê bûn.
Li gor daxuyaniya Desteya Zekat, Bac û Gumrikê ya Sûdiyê zêdeyî 101 hezar û 160 hebên kaptoganê di hundirê textekî de hatibû veşartin û yê din di nava cihên taybet di barhilgiran de hatibû veşartin.
Hewiha Rêveberiya Nehiştina Madeyên Hişber jî du kes girtin.
Ji hefteyê derbasbûyî 5 caran Erebistan Siûdiyê hewlên derbaskirina madeyên hişber pûç kirine ku ji Sûriyê bi rêya Urdinê derbasî wî welatî dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse