Hewlêr (Rûdaw) - Hêza Asmanî ya Îsraîlê doh ji nişka ve li Dohaya paytexta Qeterê êrişî serkirdeyên Hemasê kir.
Armanca êrişê heyeteke dan û standinan a Hemasê bû.
Her çend di êrişê de qurbanî hebûn jî, armanc bi duristî nehat pêkanîn û endamên heyetê rizgar bûn.
Qeter hezar û 400 kîlometreyan ji aliyê asmanî ve ji Îsraîlê dûr e ku ev jî dike nêzîkî du hezar kîlometreyên bejahiyê.
Di wê êrişê de balafirên Îsraîlê asmanê çar welatan derbas kir heta ku gihîştine armanca xwe.
10 balafiran 10 mûşek avêtin
Kanala 14an a Îsraîlê ku ajanseke fermî ye raporek li ser operasyonê belav kir û got:
“Hêza Asmanî ya Îsraîlê sînorê asmanî yê Urdin, Sûriye, Îraq û Erebistana Siûdî derbas kiriye heta ku gihiştiye armanca xwe ya li Dohayê.
Di êrişê de 10 balafirên şer êrişên xwe pêk anîne û 10 mûşek avêtine cihê civîna heyeta Hemasê.”
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan serkirdayetiya Hemasê li Dohayê kiriye armanc.
Rojnameya Yedioth Ahronotha Îbranî amaje pê kiribû ku operasyon bi hevahengiya bi welatên din re hatiye kirin lê piraniya welatên herêmê êriş şermezar kir.
Bombebaran bi kîjan mûşekê hatiye kirin?
Ev cara yekem e ku Îsraîl êrişî Qeterê dike ku heyeta dan û standinan a Îsraîlê di 2 salên şerê Xezeyê de gelek caran çûye serdana wir.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de da zanîn ku wan di êrişê de mûşekên deqîq (PGMs) bi kar anîne.
Hûrgiliyên li ser çekên ku hatine bikaranîn bi fermî nehatine belavkirin lê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) bikaranîna çekên deqîq û bi agahiyên îstixbaratî piştrast kir, wekî ku ew bi xwe dibêjin zererên canî yên welatiyên sivîl kêm bikin.
Medyaya Îsraîlê ji zarê berpirsekî leşkerî yê artêşê ragihand ku di êrişê de artêşê 15 balafirên şer bi kar anîne û bi 10 bombeyan baregeha Hemasê kirine armanc.
Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman El Sanî roja sêşemê di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand ku artêşa welatê wî nekariye pêşî li êrişê bigire, ji ber ku ji aliyê radaran ve nehatiye dîtin.
Îsraîl di beşeke mezin a êrişên xwe yên asmanî de balafirên F-35 bi kar tîne.
Berê mûşekên SPICE (Smart, Precise Impact, Cost-Effective) bi kar anîbû ku kompanyayeke Îsraîlî çêdike.
Ev mûşek bombeyên asayî vediguherînin bombeyên jîr û deqîq ango bi awayekî deqîq cihên xwe dibînin û li wan dixin.
Rêjeya xeletiya bazineyî ya van mûşekan tenê nêzîkî 3 metreyan e.
Medyaya Îsraîlê ragihand ku di dema êrişê de balafirên şer ên Îsraîlê benzîn wergirtine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse