Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê êrişa li Dohaya payexta Qeterê ya li dijî şandeya dan û standinan a Hemasê şermezar kir.
Wezaretê her wiha û got, “Em li dijî vê êrişa dirindane li gel Qeterê ne ku serwerî û ewlehiya wê dike armanc.”
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê îro derbarê êrişa Îsraîlê ya li Dohaya paytexta Qeterê ya li dijî şandeyeke Hemasê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku ew wê êrişa li dijî şandeya dan û standinan a Hemasê şermezar dikin û got:
“Armanckirina şandeya dan û standinan a Hemasê di dema ku dan û standinên agirbestê berdewam dikin de, nîşan dide ku armanca Îsraîlê ne aştiyê, lê armanca wê ew e ku şer bide berdewamkirin.”
"Qeter jî ket lîsteya êrişên Îsraîlê"
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê diyar kir ku bi vê êrişê re, Qeter jî ku navbeynkariya dan û standinên agirbestê dike, ketiye lîsteya welatên ku Îsraîl li herêmê dike armanc û got:
“Ev rewş delîleke eşkere ye ku Îsraîlê li herêmê polîtîkaya xwe ya berfirehkirinê û terorîzmê wekî polîtîkayeke dewletê qebûl kiriye.
Li hemberî vê êrişa hovane ya ku serwerî û ewlehiya wê dike armanc, em li cem Qeterê ne.”
Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de bangî civaka navneteweyî jî kir û got:
"Em bangawaziya xwe ya ji bo civaka navneteweyî dubare dikin ku zextê li Îsraîlê bike da ku êrişên wê yên li Fîlîstîn û herêmê bi dawî bibin."
9ê Îlona 2025an, li Dohaya paytexta Qeterê dengê çend teqînên bihêz hat bihîstin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan bi êrişeke asmanî serkirdeyên Hemasê kirine armanc.
Medyaya Îsraîlê ragihand ku şandeya dan û standinan a Hemasê li Qeterê bûye hedef û da zanîn ku ew li benda encamên êrişê ne.
Çavkaniyên Îsraîlî dibêjin ku serkirdeyên Hemasê Xelîl Heyye, Zahîr Cebarîn û Xalid Meşel hatine armanckirin.
Wezareta Karên Derve ya Qeterê ew êriş bi tundî şermezar kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse