Ofîsa Sîstanî gotinên li ser navê wî yên derbarê xwepêşandanên li Îranê de red kir

10-11-2022
RÛDAW
Nîşan Iraq Elî Sîstanî Îran Xwepêşandan Jîna Emînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ofîsa rêberê olî yê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî têkildarî axaftinên li ser navê nûnerê wî li Îranê derbarê xwepêşandanên xelkê Îranê de belav bûne, dauxyaniyek belav kir û ragihand, ti nûnerekî wî li Îranê tuneye ku nêrînên wî yên siyasî ragihîne.

Medyayên Îranê duh Çarşembê belav kiribûn ku zava û nûnerê Elî Sîstanî li Îranê Cevad Şehristanî gotiye, xwepêşandanên li Îranê fitne ye û yên beşdar di xwepêşandanan de xelk nînin.

Li gor medyayên Îranê, Cevad Şehristanî zavayê Elî Sîstanî herwiha daye xuyakirin, yên li Îranê xwepêşandanê dikin hejmarek fitneçî ne û ne xuya ye ji kuderê ve hatine û kîjan dijmin rênimayiyan dide wan.

Piştî belavbûna wan gotinan, Ofîsa Elî Sîstanî îro 10ê Mijdarê daxuyaniyek krt belav kir û ragihand: “Sîstanî ti nûnerekî xwe nîne ku nêrîna wî derbarê mijarên siyasî de diyar bike û her helwestek siyasî dê bi rêya ofîsa wî bi xwe be.”

Xwepêşandan û nerazîbûnên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku piştî canjidestdana keça Kurd Jîna Emînî dest pê kirine, tevî hemû hewldanên hêzên Îranê bo tepeserkirinê berdewam in û îro ew xwepêşandan derbasî roja xwe ya 56an bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst