Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan Fermandarê Giştî yê Lîwayên Şehîd Îzedîn Qesam, baskê leşkerî ê Hemasê Îzedîn Hedad kuştiye.
Îsraîlê ew wekî yek ji "fermandarên payebilind ên dawî" yên ku êrişên 7ê Çiriya Pêşîn plan kirine bi nav kir.
Hemasê jî kuştina wî piştrast kir. Hemasê ev bûyer wekî "tawan" pênase kir û ragihand ku ev yek civaka navneteweyî û welatên navbeynkar dixe bin berpirsyariyê.
Artêşa Îsraîlê û Saziya Ewlehiya Navxweyî ya wî welatî “Şîn Bêt”, 16ê Gulana 2026an di daxuyaniyeke hevbeş de wiha ragihand:
"Di êrişeke li ser Xezeyê de terorîst Îzedîn Hedad hat kuştin."
Berpirsekî Hemasê jî derbarê mijarê de axivî û got:
"Fermandarê payebilind Îzedîn Hedad doh di êrişeke Îsraîlê de şehîd ket.
Êrişê apartmanek û otomobîleke sivîlan a li bajarê Xezeyê kiribû armanc."
Li gorî çavkaniyeke din a Hemasê, Hedad bi hevjîna xwe û keçeke xwe re hatiye kuştin.
Îsraîl: Hedad rehîne wekî mertal bi kar tanîn
Artêşa Îsraîlê ragihand ku Hedad "yek ji fermandarên dawî yên payebilind ên baskê leşkerî yê Hemasê bû ku serperiştiya plankirin û bicihanîna komkujiya 7ê Çiriya Pêşîn kiribû."
Îsraîlê her wiha diyar kir, "Hedad pergala desteserkirina rehîneyan a Hemasê bi rê ve dibir.
Wî xwe bi rehîneyan dorpêç kiribû da ku rê li ber kuştina xwe bigire."
Sererkanê Îsraîlê Eyal Zamir kuştina wî wekî "destkefteke girîng a operasyonî" bi nav kir.
Zamir got, "Di hemû gotûbêjên me yên bi rehîneyên vegeriyayî re de, navê terorîstê sereke Îzedîn Hedad ducare û ducare dihat zimên."
Hemas: Windahiyeke mezin e lê dê rêya me bidome
Tevgera Hemasê li hemberî vê yekê daxuyaniyek da û got:
"Ev tawan, civaka navneteweyî û welatên navbeynkar û garantorên peymanê dixe ber berpirsyariyên wan."
Hemasê bang kir ku "gav bên avêtin da ku hikûmeta dagirker neçar bimîne pêbendî xalên peymanê bibe û tawanên xwe rawestîne."
Berdevkê Hemasê Hazim Qasim da zanîn ku Hedad yek ji "têkoşerên herî mezin" ên dîroka Filîstînê bû.
Qasim got, "Ev windahiyeke mezin e lê dê rêya me heta azadiyê bidome."
Îzedîn Hedad kî bû?
Hedad sala 1970yî ji dayîk bûye. Li gorî çavkaniyeke Hemasê, ew Gulana 2025an bûbû Fermandarê Giştî yê baskê leşkerî yê Hemasê.
Heman çavkaniyê da zanîn ku Hedad berê ji 6 hewldanên suîqestê yên Îsraîlê rizgar bûbû.
Tevî wê agirbesta ku meha çiriya pêşîn a borî hatibû ragihandin jî, aloziyên rojane yên li Xezeyê didomin û êrişên Îsraîlê bi dawî nebûne.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê, ji destpêka agirbestê ve herî kêm 856 filîstînî hatine kuştin.
Di heman demê de, artêşa Îsraîlê jî ragihandiye ku li Xezeyê 5 leşkerên wan hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse