Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew dê îro li ser mijara Îranê û çend pirsên din, bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bi rêya telefonê biaxive.
Netanyahu di civîna taybet a kabîneya xwe ya bi boneya Roja Quds/Orşelîmê de axivî.
Ev civîn li Muzexaneya Knessetê (Parlamentoya Îsraîlê) hat kirin.
"Em ji hemû senaryoyan re amade ne"
Serokwezîrê Îsraîlê derbarê Îranê de ragihand:
"Çavên me li ser Îranê vekirî ne. Îro, wekî ku ez her çend rojan carekê dikim, ez dê bi dostê me Serok Trump re biaxivim.
Bê guman ez dê guhdariya têbîniyên wî yên li ser serdana wî ya Çînê û belkî tiştên din jî bikim.
Bê guman gelek îhtimal hene û em ji hemû senaryoyan re amade ne."
Dronên nû yên Hizbulahê û budceya bêsînor
Netanyahu di heman civînê de amaje pê kir ku wî ji bo têkoşîna cureyê nû yê dronên Hizbulahê "budceyeke bêsînor" veqetandiye.
Netanyahu behsa gefên Libnanê kir û da zanîn ku ew tîmeke taybet ava dike da ku rûbirûyî dronên "fîber optîk" ên Hizbulahê bibe.
Di şerên van demên dawiyê de, Hizbulahê li dijî bakurê Îsraîlê cureyeke dronên biçûk bi kar aniye.
Ev dron bi rêya kabloyeke fîber optîk a gelekî zirav ku bi qasî deziyekî diranan e, tên kontrolkirin.
Ev dronên ku di şerê Ukraynayê de jî gelekî tên bikaranîn, ji aliyê pergalên elektronîk ve nayên dîtin. Eşkerekirina wan zehmet e û gelekî kujer in.
"Ti sînorê budceya we nîne"
Netanyahu derbarê vê mijarê de got:
"Em rûbirûyî gefeke diyarkirî bûne ku ew jî drona fîber optîk e.
Min li gel Wezîrê Parastinê, pisporên navxwe û derveyî wezaretê û heta ji sektora sivîl jî, tîmeke taybet a ji baştirîn mejiyên welêt û cîhanê ava kir."
Wî her wiha anî zimên, "Di nava du hefteyan de min sê civîn kirin.
Di civîna çend rojên borî de min tiştek ji wan re got ku ew hinekî şaş man. Min ji wan re got: 'Ti sînorê budceya we nîne'."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse