Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê artêşa Îranê li ser îhtimala destpêkirina êrişan hişyarî da Amerîkayê û got, "Em dê bi amûr û awayên nû eniyên nû li dijî wan vekin."
Birêvebiriya Pêwendiyên Giştî yên Artêşa Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku Berdevkê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Ekremîniya beşdarî civîna alîgirên hikûmetê ya li Qada Welîesrê ya Tehranê bûye.
Mihemed Ekremîniya derbarê şerê bi Amerîka û Îsraîlê re û agirbest û dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê axaftinek kir.
Berdevkê Artêşa Îranê destnîşan kir ku "Komara Îslamî ya Îranê nayê dorpêçkirin û naşikê" û anî ziman:
"Eger dijmin xeletiyekê bike û ducare bikeve xefika Siyonîstan û dest bi êrişeke din a li Îranê bike, em dê bi amûr û awayên nû eniyên nû li dijî wan vekin."
Mihemed Ekremîniya amaje bi amadehiya artêşa Îranê ya di dema agirbestê de kir û got:
"Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, dema agirbestê wekî dema şer dibîne û ev derfet ji bo xurtkirina şiyanên xwe yên leşkerî bi kar aniye."
"Armanca wan dabeşkirina Îranê bû"
Berdevkê Artêşa Îranê li pey çû û îdia kir ku armanca sereke ya Amerîka û Îsraîlê di şerê 40 rojî de dabeşkirina Îranê bûye û da zanîn:
"Dijmin bi terorkirina fermandarê giştî yê hêzên çekdar û fermandarên bilind, di xeyala xwe de difikirî ku dikare rejîma Komara Îslamî ya Îranê birûxîne û di dawiyê de bigihêje armanca xwe ya sereke ku dabeşkirina Îranê ye.
Lê gelê xwedî tecrube û şoreşger ê Îranê rabû ser pêyan û bi hebûna xwe ya li kolanan bû sedema têkçûna dijmin û xurtbûna şiyana hêzên çekdar."
Ekremîniya bal kişand ser rewşa Tengava Hurmizê û tekezî li ser serdestiya hêzên çekdar ên Îranê ya li ser tengavê kir û diyar kir ku rewşa tengavê ti carî venagere rewşa beriya şer.
Şerê 40 rojî û agirbest
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê 28ê Sibatê dest pê kir û 40 rojî ajot.
Paşê 8ê Nîsanê Îran û Amerîkayê li ser agirbesteke 2 hefteyî û destpêkirina dan û standinan li hev kir.
Ev agirbest heta niha didome.
Îranê ji destpêka şer ve Tengava Hurmizê girtiye, Amerîkayê jî wekî tolhildanekê benderên Îranê dorpêç kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse