Amerîkayê 5 mercên xwe diyar kirin: Pêşmercên Îranê çi ne?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Merc Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Amerîkayê di bersiva pêşniyarên Îranê yên ji bo destpêkirina dan û standinan de, ji Tehranê xwestiye ku 5 mercên sereke bi cih bîne.

Ajansa Nûçeyan a Fars Newsê ya bi ser Supaya Pasdarên Îranê ve ye, îro agahiyên nû belav kirin.

Ev agahî li ser daxwazên Amerîkayê ne, ji bo destpêkirina dan û standinên bi Îranê re.

Rapora Fars Newsê ji zarê çend çavkaniyên pêbawer hatiye belavkirin.

Di raporê de hatiye gotin ku li gorî mercan, Amerîka dê qerebûya Îranê neke û divê Îran uranyuma xwe jî radest bike.

5 mercên Amerîkayê

Pênc mercên sereke yên Washingtonê bi vî rengî ne:

- Amerîka dê ti cûre qerebû û ziyanên şer nede.

- Derxistina derve û radestkirina 400 kîlogram uranyumê ji Îranê ji bo Amerîkayê.

- Hiştina tenê navendeke çalak di nav tesîsêm atomê yên Îranê de.

- Bernedana ji sedî 25ê pereyên Îranê yên blokekirî jî.

- Girêdana rawestandina şer a li hemû eniyan bi encamdana dan û standinan ve.

Metirsiya êrişan dimîne

Ajansa Fars Newsê tekez dike ku eger Îran van mercan bi cih bîne jî metirsiya êriş û destdirêjiya Amerîka û Îsraîlê dê wekî xwe bimîne.

Di rapora vê medyaya Îranî de hatiye gotin ku projepêşniyaza Amerîkayê li şûna çareserkirina pirsgirêkan, dixwaze bigihîje wan armancên ku di dema şer de bi dest nexistine.

Pêşmercên Îranê

Li aliyê din, ev medyaya ku bi ser Supaya Pasdaran ve ye dibêje, Îranê ji bo encamdana her cûre dan û standina ya bi Amerîkayê re, çend pêşmerc danîne.

Fars Newsê di berdewamiyê de amaje bi wê yekê kiriye ku Îranê encamdana her dan û standinekê ya bi Amerîkayê re bi bicihanîna 5 pêşmercan ve girê daye.

Armanca van pêşmercan ew e ku pêbaweriya dualî çêbibe, ew jî ev in:

- Bîdawîanîna şer a li hemû eniyan, bi taybetî li Libnanê.

- Rakirina cezayên li ser Îranê.

- Berdana pereyên Îranê yên blokekirî.

- Qerebûkirina ziyanên şer.

-Qebûlkirina mafê serweriya Îranê yê li ser Tengava Hurmizê.

Bi rêya Pakistanê bersiv hat dayîn

Li aliyê din, hinek ji medyayên Îranê dibêjin ku Tehranê çend pêşniyarên aliyê Amerîkî ji Pakistanê wergirtine.

Hat destnîşankirin ku Îranê şeva borî bi rêya Pakistanê bersiv daye pêşniyaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst