Hewlêr (Rûdaw) – Li Xezeyê hejmara kuştiyan bû 11 hezar û 78 kesan û hejmara birîndaran jî 27 hezar û 490 kes in.
Di nava 24 demjimêran de, li Xezeyê di encama bombebaranan de 266 kesan canê xwe ji dest daye.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref el-Kurdra, têkildarî bîlançoya şerê Îsraîl û Hemasê daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniyê, ji 7ê Çiriya Pêşînê ve 4 hezar û 506 zarok, 3 hezar û 27 jin, bi giştî 11 hezar û 78 kesan canê xwe ji dest daye.
Li aliyê din, 27 hezar û 490 kes jî birîndar bûne.
Eşref el-Kurdra diyar kir ku hezar û 500 jê zarok bi giştî 2 hezar û 700 kes jî wenda ne.
Kudra ragihand ku di encama êrişên li ser navendên tenduristiyê û xebatkarên wan de, 198 xebatkarên tenduristiyê mirine û 53 ambûlans jî ji kar ketine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse