Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê termê leşkerekî xwe yê ku di sala 1982yan de li Libnanê hatibû kuştin li Sûriyeyê dît û vegeranda welatê xwe.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja yekşemê ragihand ku Mossadê di "operasyoneke taybet" de termê Serhengê Îsraîlî Zvi Feldman "ji dilê Sûriyeyê" vegerandiye.
Benjamin Netanyahu li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de wiha got:
"Bi operasyoneke taybet ku ji aliyê Mossad û artêşê ve hat kirin, me termê çawiş Zvi Feldmanê ku Hezîrana 1982yan di dema şerê yekem ê Libnanê yê Siltan Yakûbê de şehîd ketibû vegeran welatê xwe."
Şerê Siltan Yakûb li herêma Bekayê ya li rojhilatê Libnanê, li seranserê sînorê Sûriyeyê artêşên Îsraîl û Sûriyetê anîbûn hemberî hev.
Di daxuyaniyeke hevpar a ku ji aliyê Artêş û Mossadê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku termê leşker bi operasyoneke veşartî li "dilê Sûriyê hatiye dîtin" û wan term vegerandiye Îsraîlê.
Derbarê dîroka vê operasyonê ti agahî nehat dayîn.
Artêşê ragihand ku nasnameya Zvi Feldman bi rêya testên DNAyê bi awayê fermî hatiye tesbîtkirin û malbata wî hatiye agahdarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse