Îtalya, Fransa, Almanya û Brîtanyayê hişyarî da Îsraîlê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Filistîn Îtalya Fransa Almanya Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îtalya, Fransa, Almanya û Brîtanyayê ragihand ku rewşa li Şerîeya Rojava ya axa Filistînê di mehên dawî de xirab bûye.

Wan diyar kir ku “tundiya niştecihên Îsraîlî yên neyasayî gihîştiye asteke nedîtî.”

Daxuyaniya hevpar a serokên 4 welatên Ewropayê li ser rewşa Şerîeya Rojava ji aliyê Serokwezîriya Îtalyayê ve hat parvekirin.

Di daxuyaniya hevpar de bal hat kişandin ser “tundiya niştecihên Îsraîlî yên ku axa Filistîniyan dagir dikin” û hat gotin:

"Di mehên dawî de rewşa li Şerîeya Rojava bi awayekî berbiçav xirab bûye.

Tundiya niştecihan gihîştiye asteke nedîtî.

Polîtîka û kiryarên hikûmeta Îsraîlê aramî û îhtimala çareseriya dudewletî têk dibin."

"Niştecihên Îsraîlî neyasayî ne"

Di daxuyaniyê de tekezî li ser "hiqûqa navneteweyî" hat kirin û ev nirxandin hat kirin:

"Hiqûqa navneteweyî zelal e; niştecihên Îsraîlî yên li Şerîeya Rojava neyasayî ne.

Projeyên avakirinê yên li herêma E1ê jî ne îstisna ne.

Projeya niştecihbûnê ya E1ê dê Şerîeya Rojava bike du parçe û ev tê wateya binpêkirineke giran a hiqûqa navneteweyî."

Hişyarî ji bo şirketên avakirinê

Her wiha ji bo wan şirketên ku dê beşdarî çalakiyên avakirinê yên li wê herêmê bibin hişyarî hat dayîn:

"Şirket nabe ku ji bo E1ê an projeyên din ên niştecihbûnê pêşniyaran bidin.

Divê ew zanibin ku beşdariya avakirina niştecihan dikare encamên hiqûqî û yên rûmetê bi xwe re bîne."

Îtalya, Fransa, Almanya û Brîtanyayê bangî hikûmeta Îsraîlê kir ku “dawî li polîtîkayên xespkirina axa Filistînê bîne” û di daxuyaniyê de ev xal hatin rêzkirin:

"Em bangî hikûmeta Îsraîlê dikin ku dawî li berfirehkirina cihên niştecihan bîne, li ser tundiya niştecihan berpirsyariyê wergire û îdiayên li ser hêzên Îsraîlê lêkolîn bike.

Her wiha divê rêz li statuya cihên pîroz ên li Qudsê were girtin û sînordarkirinên darayî yên li ser aboriya Filistînê werin rakirin.

Em bi tundî li dijî kesên ku parastina îlhaqê û koçberkirina gelê Filistînê dikin derdikevin."

Di dawiya daxuyaniyê de her 4 welatan li gorî biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî piştgiriya xwe ya “çareseriya du-dewletî, adil û mayînde ducare kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst