Hewlêr (Rûdaw) - Wezaretên Tenduristiyê yên Filistîn û Îsraîlê amarên herî dawî yên li ser hejmara kuştiyên şerê Hemas û Îsraîlê belav kirin.
Li gorî amaran heta niha ji her du aliyan 2 hezar û 400 kes hatine kuştin ku piraniya wan sivîl in.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku heta niha herî kêm hezar û 100 Filistînî hatine kuştin û 5 hezar û 339 kes jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê di nav kuştiyan 603 mêr, 171 jin û 326 jî zarok hene û herwiha ji birîndaran jî 3 hezar û 378 mêr, 744 jin û hezar û 217 jî zarok in.
Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê jî amarên herî dawî belav kirin û got:
“Heta niha hezar û 300 Îsraîlî hatine kuştin û 3 hezar û 192 kes jî birîndar bûne ku birînên 364 kesan giran û 572 kesan jî sivik in.”
Çekdarên Hemasê 7ê vê mehê êrişeke bejahî, hewayî û deryayî li dijî Îsraîlê ya bi navê “Tofana Eqsayê” da destpêkirin.
Îsraîlê ji wê demê ve li dijî Xezeyê dest bi êrişeke dijber kir.
Heta niha ji her du aliyan zêdetirî 2 hezar kesî hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse