Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyê Balyozê Îranê yê li Enqerê vexwend bo Wezareta Derve.
Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, Ajansa Anadoluyê, Hikûmeta Tirkiyê, Mihemed Ferazmend, Balyozê Îranê li Enqerê, vexwend bo Wezareta Derve.
Li gor zanyariyên hatine belavkirin, hikûmeta Tirkiyê nîgeranî û nerazîbûna xwe derbarê gotinên Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf de gihand Ferazmend.
Ev yek di demekê de ye Hikûmeta Îranê jî Derya Ors, Balyozê Tirkiyê yê li Tehranê îro vexwendibû Wezareta Derve û nameyeke tund ya nerazîbûnê dabû balyozê Tirkiyê.
Ev jî ji ber helbestekê ye ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Azerbaycanê xwendibû.
Wezareta Derve ya Îranê di daxuyaniyekê de ragihandib, ne ji mafê ti kesî ye serwerî û yekparçeya axa Îranê aramanc bike û ew jî ji bo berevaniyê li ewlekariya xwe jî dûdil nabin.
Wezareta Derve ya Îranê ji Tirkiyê re dibêje, bi ti awayekî tenazulê li ser ewlekariya xwe ya niştimanî nakin.
Herwiha Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf jî li hejmara xwe ya Twitterê bertek nîşanî Erdogan dabû û gotibû, ti kesî ji Erdogan re negotiye ku ew helbest derbarê cudakirina herêmên bakurê Çemê Arasê ye ji Îranê! “Gelo ew tênegihîşt ku li dijî serweriya Komara Azerbaycanê diaxive. Ti kes nikare derbarê Azerbaycana me de biaxive.”
Serokkomarê Tirkiyê li Bakoya paytexta Azerbeycanê helbestek xwendibû ku bi navê Aras Aras e, û weke hîmaya qutbûna Komara Azerbeycan û navçeyên Azeriyan ji Îranê tê bikaranîn, di beşeke helbestê de behsa cudakirina bi zorê ya axa bakurê çemê Arasê dike ku Îran bi axa xwe dizane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse