Xeze - Dibistan hat bombebarankirin: 15 mirî

12-05-2025
RÛDAW
Nîşan Xeze Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî agahiyan, di encama bombebarankirina dibistanekê li bakurê Xezeyê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve 5 ji wan zarok 15 kes hatin kuştin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê WAFAyê, balafirên şer ên Îsraîlê qata duyem a Dibistana Fatma bint Esed a li Cibaliyayê, ku Filistîniyên koçber lê bi cih bûne, bombebaran kir.

Di emcama êrişa Îsraîlê de 5 ji wan zarok 15 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Her wiha li herêma navîn a Xezeyê li Kampa Koçberan a Nusayratê, di êrişa artêşa Îsraîlê ya li ser xaniyekî li nêzîkî Mizgefta Hammad el-Hasenat de hinek kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Li aliyê din, artêşa Îsraîlê gelek xaniyên li Taxa Tûfahê ya li bakurrojhilatê bajarê Xezeyê bombebaran kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst