3 dîplomatên Qeterî Li Misirê mirin

12-10-2025
Nîşan Qeter Dîplomat Misir Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qeterê ragihand ku li bajarê Şarm el-Şêxê yê Misirê 3 dîplomatên wê yên ku endamên Dîwana Emîrtiya Qeterê ne di qezayeke trafîkê de mirine.

Balyozxaneya Qeterê ya Qahîreyê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku dîplomatên bi navê Sûd bin Samîr Al Sanî, Ebdulah Xanim el-Heyarîn û Hesen Cabir el-Cabir li Şarm el-Şêxê di dema peywira xwe de di qezayeke trafîkê de mirine.

Hat destnîşankirin ku birîndarên qezayê li Şarm el-Şêxê tên dermankirin.

Her wiha hat ragihandin ku termên dîplomatên mirî dê îro vegerînin Dohayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst