Topçu: Şirketên me li Îraqê xwe daye ber projeyên bi bihayê 35 milyar dolaran

28-05-2025
Nîşan Tirkiye Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu got ku şirketên Tirkiyeyê heta niha li seranserê Îraqê xwe daye ber projeyên bi bihayê 35 milyar dolaran.

Şandeyeke bazirganên Tirkiyeyê hat Hewlêrê û bi bazirganên Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê re hevdîtinek pêk anî.

Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu li vê derê axivî.

Erman Topçu diyar kir ku şirketên Tirkiyeyê heta niha li seranserê Îraqê xwe daye ber projeyên bi bihayê 35 milyar dolaran û got:

"Ev reqem li seranserê cîhanê Îraqê dixe rêza sêyemîn, li Rojhilata Navîn jî dixe rêza yekemîn."

Başkonsolê Topçu di axaftina xwe de got ku wekî dîplomatên Komara Tirkiyeyê yek ji erkên wan ên herî girîng ew e ku xwedî li sektora taybet a Tirkiyeyê derkevin, rê nîşanî bidin û piştgiriyê bidinê.

“Sektora taybet rê li ber xurtbûna têkiliyan vekir”

Erman Topçu diyar kir ku sektora taybet a Tirkiyeyê zêdetir ji 40 salan e “piştgirîyeke pir girîng” dide bi pêşketina Îraq û Herêma Kurdistanê û li pey çû:

“Di vê çarçoveyê de em dikarin bi rehetî bibêjin ku çalakiyên sektora me ya taybet ên li vir, piştgiriya ku ew dide bipêşketina herêmê bi rastî rê li ber xurtbûna têkiliyan vekir."

Topçu destnîşan kir ku Tirkiyeyê sala 2024an ji bihayê zêdetirî 13 milyar dolaran tişt firotine Îraqê û qebareya bazirganiya di navbera her du aliyan de 18 milyar dolar bû.

Topçû anî zimên ku Herêma Kurdistanê ji demeke pir dirêj ve ji bo sektora taybet a Tirkiyeyê, ji bo dinyaya bazirganiyê derfeta xebatê ya pir guncav pêşkêş dike û wiha got:

"Bê gûman pirsgirêk hene lê em vê yekê bi aramî rehetî ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan îradeya jî tam heye.

Divê em balê bikişînin ser konjonktura ku em tê de ne. Em hemû dizanin ku bazirganî, veberhênan tenê di hawîrdora aştî, aramî û saqamgîriyê de geş dibin.

Dema hûn dinêrin hûn dibînin ku Tirkiye tam li vî aliyî dixebite. Îro siyaseta ku dewleta me dimeşîne xwedîderketina herêmî ye, ji bo pirsgirêkên li herêmê dîtina çareseriyê ye, her tim li pey aştiyê gerîn e ku dîplomasyaya aştiyê bimeşîne.

Bê gûman ev hewldan wekî ku aramî û ewlehiyê zêde dikin bereket û refahê jî zêde dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst