Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê Îran bi êrişkirina ser gelê sivîl tawanbar kir û got ku Îranê xetên sor bin pê kirine.
Êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê berdewam dikin.
Li beramberî vê yekê Îranê jî dest bi êrişa bersivdayînê kir û bi dehan mûşek berdan axa Îsraîlê.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz piştî vê êrişa Îranê got ku Îranê êrişî herêmên sivîlan kiriye û “xetên sor” bin pê kirine.
Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan “bi dehan baregehên leşkerî" yên Îsraîlê kirine hedef.
Medyaya fermî ya Îranê jî diyar kir ku mûşekên balîstîk ên Îranê li Tel Evîvê Wezareta Parastinê ya Îsraîlê kirine hedef.
Lê Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz got ku Îranê êrişî cihên gelê sivîl kiriye û got:
"Em dê di parastina welatiyên Îsraîlê bidomînin de û piştrast bin ku rejîma Ayetulahan dê li hemberî kiryarên xwe yên qirêj berdêleke giran bide."
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî ji gelê Îranê xwest ku li dijî hikûmeta Tehranê hevdû bigirin.
#WÊNE - Piştî êrişa Îranê dîmenên ji nava Tel Evîvê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 13, 2025
📸Torên Civakî #Israel #Iran #iranisraelwar pic.twitter.com/G9IMvQ5W3B
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse