Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî got, “Hêzên me dê rejîma Siyonîst bê çare bikin.”
Êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê bi dijwarî berdewam dikin û Îsraîlê beriya niha bi demeke kurt dest bi pêleke nû ya êrişan kir.
Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî li ser êrişan vîdeoyek belav kir û got, “Hêzên me dê rejîma Siyonîst bê çare bikin.”
Xamineyî diyar kir ku ew dê bersivê bidin êrişan û biland:
“Bila gelê Îranê piştrast be ku em ti sersariyê nakin. Rejîma Siyonîst dê li hemberî van sûcên xwe bi silamet nebe.”
Elî Xamineyî di vîdeoya ku televîzyona dewletê ya Îranê belav kiriye de wiha got:
“Hêzên çekdar dê bi biryardarî tevbigerin û dê rejîma nizm a Siyonîst perîşan bikin.
Rejîma Siyonîst ji vî sûcê bi silametî dernakeve.
Bila gelê Îranê bawer bike ku ev mijar bi tu awayî bi sivikî nayê girtin.”
Xamineyî di peyama xwe ya nîvro de jî ragihandibû ku ew dê bersiveke tund bidin Îsraîlê.
Çi bûbû?
Îsraîlê destê sibehê nêzîkî saet 03:01ê bi mûşekan tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand, di encama êrişa wan a asmanî ya berfireh a li ser çend herêmên cuda yên Îranê de, piraniya fermandarên bilind ên Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran hatine kuştin.
Di êrişan de kuştina Fermandarê Supaya Pasdaran Husên Selamî û Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî hat piştrastkirin.
Ajansa Tesnîmê ya Îranê navên zanayên nukleerî yên ku hatine kuştin ragihandin ku wiha ne:
“Ebdulhemîd Menûçehr, Ehmed Riza Zulfikarî, Emîr Husên Fiqhî, Motlabîzade, Mihemed Mehdî Tehrançî û Fereydûn Ebasî.”
Artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku Fermandarê Hêza Asmanî û Dronî ya Supaya Pasdaran Emîr Hacizade jî hatiye kuştin.
Berdevkê Heyva Sor a Îranê Micteba Xalidî li ser encamên êrişên Îsraîlê daxuyanî da û got, "Di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de li 12 parêzgehan 121 kes birîndar bûne."
Li hêla din, êrişa Îsraîlê bû sedema bertekên herêmî û navneteweyî.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ji êrişa Îsraîlê li Îranê agahdar bûye û diyar kir ku ew dê destûrê nedin ku Îran bibe xwediyê çekên nukleerî.
Divê were gotin ku Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv da êrişên Îsraîlê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse