Netanyahu çima neçû Misirê?

13-10-2025
RÛDAW
Nîşan Benjamin Netanyahu Misir Tirkiye Îraq Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî du çavkaniyên payebilind ên dîplomatîk Îraq û Tirkiyeyê ji bo Benjamin Netanyahu neyê Şerm Şêxê zextên tund kir.

Hat zanîn ku ji ber vê zextê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di kêliyên dawî de beşdariya xwe ya Lûtkeya Xezeyê ya Misirê betal kir.

Lûtke li havîngeha Şerm Şêxê bi serokatiya hevpar a Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî hat sazkirin. Armanca lûtkeyê îmzekirina belgeya "Bidawîkirina Şerê Xezeyê" bû.

Serokatiya Misirê di destpêkê de beşdariya Netanyahu piştrast kiribû lê zextên dîplomatîk ên li pişt perdeyê senaryo bi temamî guherand.

Gefa Erdogan a boykotê: Balafir li hewa ma

Çavkaniyeke dîplomatîk a Tirk ji Ajansa France-Presse (AFP) re got, "Tirkiyeyê bi destpêşxeriya Serok Recep Tayyîp Erdogan û bi piştgiriya serkirdeyên din rê li ber beşdariya Netanyahu girt."

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, dema Serok Erdogan agahdar bûye ku îhtimala beşdariya Netanyahu heye, balafira Erdogan li ser Deryaya Sor geriyaye.

Erdogan heta ku piştrast nebûye ku serokwezîrê Îsraîlê amade nabe red kiriye li Şerm Şêxê dakeve.

Îraqê jî helwesteke tund nîşan da

Îraqê jî di heman demê de helwesteke tund nîşan da.

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Elî Mûsewî ragihand ku şandeya Îraqê diyar kiriye ku eger Netanyahu amade be gefa boykotkirina lûtkeyê xwariye.

Elî Mûsewî ji AFPyê re got, "Şandeya Îraqê aliyê Misirê agahdar kir ku eger Netanyahu amade be ew amade nîne beşdarî ti lûtkeya herêmî bibe."

Mûsewî her wiha eşkere kir ku "hejmarek şandeyên din jî" niyeta wan a vekişîn û boykotê hebû.

Hinceta Îsraîlê: Cejna Simchat Torah

Li hemberî van îdiayan, Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê daxuyaniyek belav kir. Ofîsê hinceta amadenebûnê bi destpêkirina cejna Cihûyan a Simchat Torah ve girê da.

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê di daxuyaniyê de got, her çend Serok Trump Netanyahu vexwendibe jî, ew nikare beşdar bibe.

Li gorî gotina Mûsewî, di encamê de Qahîre neçar ma Netanyahu agahdar bike ku "nikare wî pêşwazî bike” û ev yek bû sedema betalkirina serdana Netanyahu.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst