Ciwanekî Efrînî li nexweşxaneyeke Libnanê hatiye hecizkirin

12 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Cemîl Mihemed Remezan Efrîn Libnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî Kurd ê ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, di nexweşxaneyeke taybet a Libnanê de hatiye hecizkirin.

Navê wî ciwanî Cemîl Mihemed Remezan e û di qezayeke trafîkê de bi giranî birîndar bûye. 

Piştî qezayê, hinek kes Cemîl dibin nexweşxaneyeke taybet a li bajarokê Xêzeranê yê li başûrê Libnanê.

Cemîl li wê nexweşxaneyê hatiye dermankirin.

Birêvebirî nahêle derkeve

Lê belê ji ber ku bavê wî nikare mesrefên nexweşxaneyê bide, birêvebiriya nexweşxaneyê rê nade ku ew ji nexweşxaneyê were derxistin.

Bavê wî Mihemed Remezan Hesen,ji Rûdawê re behsa rewşa kurê xwe kir.

Bavê perîşan xwest ku alîkariya wan were kirin da ku karibin kurê xwe ji nexweşxaneyê derxînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst