Trump ji Şer xwest berpirsiyariya girtîgehên ku DAIŞî di wan de ne ji HSDyê wergire

14-05-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Ehmed Şer Girtîgehên HSDyê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer xwest ku berpirsiyariya girtîgehên ku DAIŞî li wan dimînin ji destê HSDyê derxe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, Şahê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li Riyadê li hev civiyan û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî bi awayê online beşdarî civînê bû.

Koşka Spî derbarê civînê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, Trump hinek daxwaz ji Ehmed Şer kirine.

Trump ji Ehmed Şer xwestiye ku "terorîstên Felestînî yên li nav Sûriyeyê, bi taybetî yên Hemas, Cîhada Îslamî û Eniya Gelêrî ne û dijminatiya Îsraîlê dikin” ji welatê xwe derxîne.

Li gorî daxuyaniyê Trump ji Ehmed Şer xwestiye di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya Amerîkayê bike û berpirsiyariya girtîgehên ku DAIŞî di wan de ne ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wergire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst