Trump: Me rê li ber revîna terorîstên herî xirab ên cîhanê girt

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump DAIŞ Girtîgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî roleke sereke di rêlibergirtina revîna bi kom a çekdarên DAIŞê ya ji girtîgeheke Sûriyeyê de lîstiye.

Serokê Amerîkayê ji medyaya welatê xwe re diyar kir ku ev karesat ji aliyê "terorîstên Ewropayî" ve hatibû plankirin lê wan karî bi hevahengiya hikûmeta nû ya Sûriyeyê rewşê kontrol bikin.

“Terorîstên herî xirab ên cîhanê bûn”

Trump got, "Me karekî gelekî baş li Sûriyeyê kir. Hewldaneke revîna ji girtîgehê hebû, girtiyên Ewropayî dixwestin birevin û min rê li wan girt.

Ew terorîstên herî xirab cîhanê bûn û hemû xelkê Ewropayê bûn."

Serokê Amerîkayê da zanîn ku bi hevahengiya li gel Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer, wan karîye hemû firarîyan dîsa bigirin û têxin girtîgehê.

Nameyên Macron û Rutte

Trump wekî nîşandana belgeya serkeftina xwe ya li Sûriyeyê, çend nameyên taybet û "pesneder" ên Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte belav kirin.

Macron di nameya xwe ya ji bo Trump de nivîsiye, "Hevalê min, em li ser dosya Sûriyeyê bi temamî hevfikir in.

Em dikarin karekî mezin derbarê Îranê bikin."

Her wiha Macron pêşniyar kiriye ku piştî Lûtkeya Davosê, li Parîsê civîneke G7ê li dar bixin û di çarçoveya wê de "Sûriyeyî, Ukraynî û Rûsan" vexwîne.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte jî di nameya xwe de wiha gotiye:

"Birêz Serok Donaldê ezîz, tiştê te îro li Sûriyeyê kir bawernekirî bû.

Ez dê di hevdîtinên xwe yên Davosê de balê bikişînim ser karên te yên li Sûriye, Xeze û Ukraynayê."

Nakokiya bazirganiyê

Ev pesnê serkirdeyên Ewropayê di demekê de ye ku Trump gefa sepandina baca gumrikê ya ji sedî 10 li ser heşt welatên Ewropayê xwariye ku li dijî hewldanên Amerîkayê yên ji bo kirîna Girava Greenlandê derketibûn.

Trump dibêje, wî ev nameyên nehênî belav kirine da ku isbat bike serkirdeyên Ewropayê li aliyekî li dijî wî derdikevin lê di nameyên taybet de daxwaza şîva êvarê û diyalogê jê dikin.

Bûyera Girtîgeha Şedadê

Ew bûyera ku Trump behsa wê dike, têkildarî Girtîgeha Şedadê ya li parêzgeha Hîsçayê ye.

Ev girtîgeh berê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bû lê 19ê Kanûna Paşîn a 2026an ket bin kontrola Artêşa Ereban a Sûriyeyê.

Li gorî zanyariyên Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê, ji 120 çekdarên DAIŞê yên ku hewla revînê dabû, 81 kes hatine girtin.

Îro rewşa Sûriyeyê ber bi guherîneke siyasî ya nû ve çû, çimkî Serokatiya Sûriyeyê û HSD gihîştin têgihiştineke nû ji bo agirbesteke 4 rojî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst