Mickey Levy, serokê nû yê parlamentoya Îsraîlê ku kurdekî cihû yê ji Cizîra Bakurê Kurdistanê ye.
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê nû yê parlamentoya Îsraîlê Mickey Levy ku bi eslê xwe ji Cizîra Bakurê Kurdistanê ye, li hember nûçeya kurdbûna xwe bertek nîşan da û nûçe-grafîka Rûdaw Kurmancî ya di vê derbarê de li ser rûpela xwe ya twitterê belav kir û weke şirove emojiya dil li ser danî.
Mickey Levy ku ser bi hevpeymaniya nû ya li Îsraîlê ya bi serokatiya Naftali Bennett ve ye ku nû hikûmet pêk aniye, duh bi 67 dengan ji 120 dengan weke serokê nû yê parlamentoya Îsraîlê hat hilbijartin.
Rikeberê wî yê ji bloka Benjamin Netanyahu, Yaakov Margi di dengdanê de 52 deng wergirt.
Di yekem berteka xwe de piştî hilbijartina wî weke Serokê Knessetê, Mickey Levy li ser twittera xwe ragihand: “Ez ji dil û can spasiya endamên Knessettê dikim ji bo wê baweriya ku dane min. Soz didim ku ez dê her tiştî bikim ku hêjayê wê yekê bim.”
Mickey Levy Kurdekî Cihû û ji navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye û bi aşkere behsa kurdbûna xwe dike.
Tora Medyayî ya Rûdawê yekemîn dezgeha medyayî bû li cîhanê û navçeyê ku nûçeya Kurdekî cihû bûye serokê parlamentoya Îsraîlê belav kir ku dengvedanek mezin çê kir û gelek medyayan ji Rûdawê ew nûçe wergirtin.
Medyakarê Îsraîlî, Roi Kais ku di kanala televîzyonî ya Kan 11 a Îsraîlê de nûçegihanê karûbarên Ereban e, nûçe-grafîka Rûdaw Kurmancî ya derbarê hilbijartina Mickey Levy bo serokatiya Knessetê li ser twittera xwe parve kiriye û nivisiye: “Kanala Rûdaw, yek ji dezgehên ragihandinê yên herî berbiçav li Herêma Kurdistana Iraqê, hilbijartina Mickey Levy wek Serokê Knesset pîroz dike (şanazî bi koka wî ya Kurd dike).”
Serokê Parlamentoya Îsraîlê yê nû, Mickey Levy jî heman grafîk-nûçe dubare li twittera xwe parve kiriye.
Levy weke şiroveyekê bo ser grafîka Rûdaw Kurmancî, bi emojiyê dilek daniye.
— 🟠מיקי לוי (@MKMickeyLevy) June 13, 2021
Di grafîka Rûdawê de wêneyê Levy hatiye danîn û li ser hatiye nivîsandin: “Kurdek bû serokê parlamentoya Îsraîlê. Mickey Levy ji Cizîra Bakurê Kurdistanê ye.”
Leyv pêştir 30 Adara 2015 di hevpeyvîneke li gel Rûdawê de ku Hêmin Ebdullah pê re kiriye, bi zelalî dibêje ku Ez Kurdim û şanaziyê bi Kurdistanê dikim.
Leyv herwiha hêvî dike ku rojekê Kurdistanê serxwebûna xwe bi dest bîne û tekez dike, divê ji vo vê yekê xebat bê kirin.
Berî Levy, Serokê Parlamentoyê Yariv Levin, ji partiya Netanyahu Likud bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse