Hewlêr (Rûdaw) - Lîwayên Qesamê bi mûşekên menzîl-kurt êrişî başûrê Îsraîlê kir.
Lîwayên Qesamê ku baskê leşkerî yê Hemasê ye daxuyand ku wan bi mûşekên menzîl-kurt êrişî başûrê Îsraîlê kiriye û cihekî li nêzîkî sînorê Xazeyê kiriye armanc.
Li gorî daxuyaniyê, cihê bi navê Nîr Am bi mûşekên 114 mm ên menzîl-kurt ên bi navê "Rucum"ê bûye hedefa êrişên Lîwayên Qesamê.
Artêşa Îsraîlê berê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ji Xazeyê ber bi başûrê welêt ve mûşek hatine avêtin û li NÎr Amê alarmên metirsiyê lê xistiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse