Hewlêr (Rûdaw) - Şazadeyê Cihnişîn ê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman got, "Îsraîl dixwaze Amerîkayê bikişîne nava şer."
Şazadeyê Cihnişîn ê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi telefonê axivîn.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku êrişa Îsraîlê ya li ser welatê wî wekî "delîla êrişkariyê" bi nav kir.
Şazadeyê Cihnişîn ê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman got ku ew piştgiriyê didin Tehranê.
Şazadeyê Cihnişîn ê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi telefonê axivîn.
Medyaya fermî ya Îranê derbarê naveroka pêwendiyê de belav kir ku Mihemed bin Selman ji Mesûd Pizîşkiyan re gotiye, Îsraîl her tiştî dike da ku Amerîkayê bikişîne nav rûbirûbûna bi Îranê re.
Serokkomarê Îranê Pizîşkiyan jî ragihandiye, "Êrişa rejîma Siyonîst a ser Îranê, belgeya cewherê wê yê êrişkar e."
Her wiha Pizîşkiyan gotiye " Erebistana Siûdî dikare hewldanên di navbera welatên Îslamî de ji bo parastina Misilmanên li herêmê hevrêz bike."
Li aliyê din Selam got, "Erebistana Siûdî li gel birayên xwe û hemû cîhana Îslamî piştgiriya Îranê dike.
Ez dê hewl bidim ku zextê li ser Îsraîlê çêbikim bi armanca dawîanîna li destdirêjiyên wê."
Îsraîlê doh bi 200 balafir û hejmarek dronan dest bi êrişên xwe yên ser Îranê kir, paşê Îranê dest bi bersivdanê kir û Îsraîl mûşekbaran kir.
Îro jî her du aliyan gefa êriş û bersivdaneke tund li hev kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse