Pizîşkiyan: Em bi Amerîka, Ewropa û Îsraîlê re di şerekî giştî de ne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mesûd Pizîşkiyan Îran Amerîka Îsraîl Ewropa Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan diyar kir ku welatê wî ji aliyê Rojava û Îsraîlê ve hatiye hedefgirtin û rewşa niha wekî şerekî ji şerê Îran û Îraqê yê salên 1980yî "aloztir û zehmettir" pênase kir.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di hevpeyvînekê de li gel malpera fermî ya Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî daxuyaniyên girîng dan.

Pizîşkiyan got ku Îran bi Amerîka, Ewropa û Îsraîlê re di nav "şerekî giştî" de ye.

"Ji şerê Îran û Îraqê zehmettir e"

Pizîşkiyan diyar kir ku hêzên Rojavayî naxwazin Îran wekî hêzeke serbixwe rabe ser pêyan û rewşa heyî wiha şiband:

"Li gorî min em niha bi Amerîka, Îsraîl û Ewropayê re di nav şerekî giştî de ne.

Ev şer, ji wî şerê ku Îraqê li dijî me hatibû destpêkirin (1980-1988) gelekî xerabtir, gelekî aloztir û gelekî zehmettir e."

2025: Sala êriş û krîza nukleerî

Daxuyaniyên Pizîşkiyan di bin siya aloziya leşkerî ya di navbera Îran û Îsraîlê de hatin dayîn.

Hezîrana 2025an êrişên Îsraîlê yên li ser tesîsên leşkerî û nukleerî yên Îranê bûbûn sedema şerekî dijwar ku 12 rojan dewam kiribû.

Birêvebiriya Tehranê ragihandibû ku di wan êrişan de zêdetirî hezar kesî canê xwe ji dest daye yan jî birîndar bûne.

Di nûçeyê de bal hat kişandin ku Amerîkayê jî roleke çalak lîstiye û hat bibîranîn ku piştî Washingtonê 3 tesîsên nukleerî bombebaran kirin, hewlên çareseriya dîplomatîk ên ku Nîsana 2025an dest pê kiribûn bi temamî rawestiyan.

Vegera Trump û "zexta herî zêde"

Donald Trumpê ku Kanûna Paşîn a 2025an vegeriya Qesra Spî, siyaseta xwe ya "Zexta Herî Zêde" ya serdema xwe ya yekem zindî kir û vê yekê aboriya Îranê xiste tengasiyê.

Li ser wan sizayên ku armanca wan ziwakirina dahata petrolê û îzolekirina aboriya Îranê ye, meha Îlonê sizayên Neteweyên Yekbûyî jî zêde bûn ku ji ber bernameya nukleerî ducare ketin meriyetê.

Siza û xitimîna dîplomasiyê

28ê Îlona 2025an bi însiyatîfa Fransa, Brîtanya û Almanyayê bi awayekî fermî hat ragihandin ku dan û standinên nukleerî bi ser neketine û ev yek bû sedema vegera sizayên Neteweyên Yekbûyî.

Dema cîhana Rojavayî Îranê bi bipêşxistina çekên nukleerî tohmetbar dike, Tehran van îdiayan red dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst