Pizîşkiyan: Em amade ne ku dîsa êrişî kûrahiya Îsraîlê bikin

23-07-2025
RÛDAW
Nîşan Mesûd Pizîşkiyan Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand, eger pêwîst bike ew amade ne careke din êrişî kûrahiya Îsraîlê bikin.

Mesûd Pizîşkiyan her wiha got, "Em şer naxwazinlê baweriya me bi agirbestê nîne û em ji bo her êrişa muhtemel a Îsraîlê amade ne."

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di hevpeyvînekê de behsa bernameya atomî ya welatê xwe kir û ragihand:

“Îdiaya jiholêrakirina bernameya atomî ya Îranê tenê xeyal e, ji ber ku şiyanên me yên atomî di nava mêjî û hizra zanayên me de ne, ne di nava saziyan de.”

"Em dev ji mafên xwe bernadin"

Mesûd Pizîşkiyan tekezî li ser mafê Îranê yê zengînkirina ûranyûmê yê di nav xaka xwe de li gorî yasayên navneteweyî kir û got, "Em dev ji mafên xwe bernadin û li ser tawîzê nadin.”

Pizîşkiyan bernameya atomî ya welatê xwe parast û wekî “aştîxwazane” bi nav kir û got, Tehran naxwaze çeka atomî çêbike û li pey bidestxistina çeka atomî jî nîne.

Derbarê dan û standinên bi Amerîkayê re, Serokkomarê Îranê da zanîn ku divê her cure dan û standin bi Amerîkayê re li ser bingeha serkeftina her du aliyan be û got, “Em nekevin bin ti gefan.”

Serokkomarê Îranê di hevpeyvîna xwe de behsa şerê 12 rojî yê bi Îsraîlê re kir û got,

"Herçend Îsraîlê êrişî Îranê kir û zirar gihand me lê Îranê jî bi awayekî bihêz kûrahiya xaka Îsraîlê kir hedef.”

"Em pişta xwe naspêrin agirbestê"

Li gorî gotina Serokkomarê Îranê, Îran şer naxwaze lê bi her awayî ji bo parastina xwe amade ye.

Pizîşkiyan got, “Em şer naxwazin lê em pişta xwe naspêrin agirbestê jî û em dê bi hêz xwe biparêzin.”

Îsraîlê 13ê Hezîranê êrişeke mezin biribû ser pêgehên leşkerî û tesîsên atomî yên Îranê.

Di wî şerî de ku 12 rojan ajot, Îsraîlê bi taybetî dam û dezgehên atomî û leşkerî kiribûn hedef û hejmarek fermandarên payebilind û zanayên atomî hatibûn kuştin.

Amerîka 22yê Hezîranê ket nav şer û dezgeha zengînkirina uranyûmê ya bin erdê ya li Fordoyê ya li başûrê Tehranê û du dezgehên din ên atomî yên li Îsfehan û Netenzê bombebaran kirin.

25ê Hezîranê jî Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbest ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst