Pizîşkiyan: Amerîka û Îsraîl nikarin bigihîjin xeyalên xwe yên qirêj

15 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mesûd Pizîşkiyan Îran Amerîka Îsraîl Rojhilatê Kurdistanê Xwenîşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li ser xwenîşandanên ku 14 roj in li welêt berdewam dikin daxuyaniyek da û Amerîka û Îsraîl tohmetbar kirin.

Mesûd Pizîşkiyan doh li Tehrana paytexta Îranî bi Wezîrê Karên Derve yê Omanê re civiya.

Pizîşkiyan piştî civînê behsa rewşa navxweyî ya welêt kir û îdia kir ku çavkaniya bêîstiqrariya li herêmê Amerîka û Îsraîl in.

"Dixwazin kaos berdewam bike"

Pizîşkiyan xwenîşandêr wekî "komeke kişkişkirî" pênase kirin û wiha got:

"Hemû hewldana Amerîka û rejîma Siyonîst (Îsraîl) ew e ku şer û kaos li welatên herêmê berdewam be.

Dixwazin bi derxistina dubendî û kargaşeyê rê li ber yekîtiya welatên Îslamî bigirin."

"Me pişta xwe daye gelê xwe"

Serokkomarê Îranê diyar kir ku rêveberiya Tehranê li gorî hiqûqa navneteweyî tevdigere û anî zimên:

"Çawa ku yasayên navneteweyî binpê kirin û şerekî 12 rojî li ser me ferz kir, niha jî dixwazin bi teşwîqkirina komeke têkder ewlehiya welatê me xera bikin.

Dixwazin bi vî awayî bigihîjin xeyalên xwe yên qirêj lê me pişta xwe daye gelê xwe û dê ev xeyalên wan pûç bibin."

2 hezar desteserkirî

Piştî ku tumenê Îranê li hemberî dolarê Amerîkî bi awayekî rekor bêqîmet bû esnafên Bazara Mezin a Tehranê dest bi protestoyan kiribû û xwenîşandan ketin roja 14an.

Xwenîşandanên ku ji ber krîza aborî dest pê kirin di demeke kurt de li parêzgehên din ên Îranê û bajarên Rojhilatê Kurdistanê belav bûn.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, xwenîşandan bê navber didomin û heta doh êvarî hejmara kesên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin gihîştiye 2 hezar û 311an.

Hişyariya tund a Xamineyî

Li aliyê din Rêberê olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî jî doh derbarê xwenîşandêran de axivîbû û gotinên tund bi kar anîbûn.

Xamineyî xwenîşandêr wekî "têkder û nokerên hêzên derve" bi nav kiribûn û sînyala midaxeleyeke sert dabû:

"Komara Îslamî ya Îranê bi xwîna bi sed hezaran mirovan hatiye avakirin. Em dê qet destûra têkderan nedin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst