Hewlêr (Rûdaw) - Reutersa ajansa nûçeyan ragihand, kameravanê wan Îssam Ebdullahê li herêma li ser sînorê li başûrê Libnanê, bi moşeka Îsraîlê canê xwe ji dest da.
Îssam Ebdullahê kameravan duh di êrîşê da hatibû kuştin û Reutersê li ser hesabê xwe yê Xê yê Erebî der barê mijarê de agahiyên nû belav kir.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, kameravanê televizyona Reutersê ji ber moşeka ji aliyl Îsraîlê hatiye avêtin, jiyana xwe ji dest daye.
Du rojnamvanên Tora Medyayî ya Al Jazeerayê li başûrê Lubnanê birîndar bûbûn.
Al Jazeerayê ku navenda wê li Qeterê ye, Îsraîl ji êrîşa li başûrê Lubnanê berpirsyar dît.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse