Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îsraîlê ragihand, Fermandariya Bereya Navxwe ya Îsraîlê daye zanîn ku li bajarê Batyamê ku dikeve başûrê Tel Evîvê piştî êrişeke mûşekî 35 kes winda ne.
Ajansa Ynetê diyar kir ku hejmara birîndaran a êrişê gihiştiye 100 kesî ku çar ji wan birînên wan giran in.
Her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku li gorî Dezgeha Hawarçûnê ya Îsraîlê kuştî ji kurekî 10 salî û du jinên 69 û 80 salî pêk tên.
Medyaya Îsraîlê her wiha ragihand ku di êrişeke mûşekî ya cuda de li bajarê Rehovotê ku ew jî dikeve başûrê Tel Evîvê herî kêm 37 kes birîndar bûne.
Ev êrişa kujer a li bajarê Batyamê, beşek e ji zincîre êrişên Îranê ku di bersiva operasyona Îsraîlê ya 13ê Hezîranê de dest pê kir.
Heta niha kuştina herî kêm 8 welatiyên Îsraîlî hatiye piştrastkirin.
Windabûna hejmareke zêde ya welatiyan di bin kavil û bermahiyên avahiyên hilweşiyayî de, nîşana mezinahiya wêrankariyê û îhtimala zêdebûna hejmara qurbaniyan e.
Ev di demekê de ye ku Îsraîl jî berdewam e di êrişên xwe li nav axa Îranê de.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse