Serokwezîrê Îsraîlê ji nişka ve nexweş ket

15-07-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji nişka ve nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê.

Di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Îsraîlê de hat gotin ku "Serokwezîr anîn Nexweşxaneya Şîbayê, rewşa wî baş e û tedqîqên tibî tên kirin."

Medyaya Îsraîlê jî diyar kir ku Benjamin Netanyahu birin beşa  acîl a Nexweşxaneya Şîbayê ya li bajarê Ramat Ganê.

Netanyahu yê 73 salî bi navber bi tevahî 14 sal in li Îsraîlê serokwezîriyê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst