Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrê Libnanê di êrişên asmanî yên Îsraîlê de motorsîkletek û du wesayît hatin hedefgirtin û 3 kes hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku êrişeke Îsraîlê li bajarokê Yaterê yê navçeya Bînt Cubeylê motorsîkletek kiriye hedef û di vê êrişê de kesek miriye û kesek jî birîndar bûye.
Wezaretê da zanîn, li bajarokê Cûeyayê (Jouaiya) yê Sûrê jî droneke Îsraîlê li otomobîlekê xistiye û kesekî din jî li wir miriye.
Ajansa Nûçeyan a Niştimanî (NNA) ragihand ku li parêzgeha Nebatiyeyê, li navbera bajarokên Safed El-Betîx û Beraşîtê dronan wesayîtek kiriye armanc û kesek miriye.
Daxuyaniya Îsraîlê
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku hêzên wan di êrişên cuda yên li Yater û Bînt Cubeylê de 2 endamên Hizbulahê kuştine.
Artêşê ragihand ku wan nîvro êrişeke sêyem biriye ser endamekî din ê Hizbulahê û encamên wê êrişê "tên lêkolînkirin."
Hizbulahê heta niha derbarê daxuyaniya Îsraîlê de tiştek negotiye.
Hişyariya "êrişa berfireh"
Ev êriş di demekê de pêk hatin ku raporên derbarê hişyariyên aliyên Ereb û navneteweyî yên ji bo Libnanê belav dibin.
Tê gotin ku Îsraîl amadehiya êrişeke berfireh a li ser Libnanê dike.
Sala borî piştî şerekî zêdetirî salekê, di navbera Tel Evîv û Beyrûtê de agirbest hatibû ragihandin.
Di wî şerî de zêdetirî 4 hezar kesan hatibûn kuştin û 17 hezar kes jî birîndar bûbûn.
Li gorî agirbestê, diviyabû artêşa Îsraîlê ji başûrê Libnanê vekişiya lê hîn behsa hebûna wê ya leşkerî tê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse