Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin Ewropa bi zimanekî tund hişyar kir.
Putin behsa îhtimala belavbûna şerê Ukraynayê ya li Ewropayê kir û got, "Rûsya naxwaze bi Ewropayê re şer bike lê eger ew bidin destpêkirin, em hema niha ji bo vê amade ne."
Putin her wiha welatên Ewropayê bi wê yekê tohmetbar kir ku hewlên aştiyê yên Serokê Amerîkayê Donald Trump sabote dikin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştî Foruma VTB ya “Rûsya Gazî Dike!” pirsên rojnamegeran bersivandin.
Di rojeva Putin de şerê Ukraynayê, aloziya li Deryaya Reş û pêwendiyên bi Rojavayê re hebûn û wî yek ji hişyariyên xwe yên herî tund da Ewropayê.
"Mixatabekî ku mirov pê re bazarê bike namîne"
Putin diyar kir ku rojeva Ewropayê ya aştiyê di krîza Ukraynayê de nîne û ew "aliyê şer e" û ev gef xwar:
"Eger Ewropa şer bide destpêkirin, mixatabekî Moskowê namîne ku di demeke nêzîk de pê re bazarê bike.
Rûsya naxwaze bi Ewropayê re şer bike, lê eger Ewropa bide destpêkirin, em hema niha ji bo vê amade ne."
Putin diyar kir ku Ewropayiyan teza hedefgirtina "têkçûna stratejîk" a Rûsyayê pejirandiye û îdia kir ku Bruksel bi vîna xwe li derveyî pêvajoya çareseriyê maye.
"Ewropa plana aştiyê ya Trump asteng dike"
Putin îdia kir ku hewlên birêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ji bo dabînkirina aştiyê li Ukraynayê ji aliyê Ewropayê ve tên astengkirin.
Serokê Rûsyayê diyar kir ku pêşniyarên Ewropayê ji bo Rûsyayê nayên qebûlkirin û got:
"Dema ku hewl didin hinek guherînan di pêşniyara qaşo ya Trump de bikin jî em vê yekê bi zelalî dibînin.
Armanca van hemû guherînan tenê tiştek e: Astengkirina tevahiya pêvajoya aştiyê."
"Bersiva herî radîkal qutkirina pêwendiya Ukraynayê ya bi deryayê re ye"
Putin behsa aloziya Deryaya Reş jî kir û êrişên Ukraynayê yên li ser tankeran wekî "korsanî" bi nav kir.
Putin diyar kir ku ev êriş ne li avên bêalî, li herêmên aborî yên welatên sêyemîn pêk tên û hişyarî da Kiev û welatên ku alîkariya wê dikin:
"Wekî bersiva êrişên li ser tankeran, em dê êrişên li ser benderên Ukraynayê û keştiyên ku dikevin van benderan berfireh bikin.
Rêya herî radîkal, qutkirina pêwendiya Ukraynayê ya bi deryayê re ye. Wê demê bi prensîbî kirina korsaniyê dê ne mimkin be."
Putin her wiha tekez kir ku ew dê li hemberî keştiyên welatên ku alîkariya operasyonên deryayî yên Ukraynayê dikin jî misillemeyê binirxînin.
Rewşa dawî ya li qadê: "Krasnoarmeysk hat standin"
Putin li ser bipêşketinên eniya şer jî agahî dan û ragihand ku bajarê Krasnoarmeyskê (Pokrovsk) ketiye destê artêşa Rûsyayê.
Putin bal kişand ser girîngiya stratejîk a bajêr û got:
"Krasnoarmeysk di çarçoveya hedefên operasyona leşkerî ya taybet de li cihekî kilît e.
Hem ji bo me hem jî ji bo artêşa Ukraynayê baregeheke krîtîk e."
Putin her wiha îdia kir ku li Kupyansk-Uzlovoyê şer didome û dê di nava çend rojan de ew der jî bikeve bin kontrola Rûsyayê û zanyariya "Yekîneyên Rûsyayê dest bi îmhakirina 15 tabûrên Ukraynayê kir ku li aliyê çepê yê Kupyanskê asê mane" parve kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse