Nêçîrvan Barzanî diçe Tehranê

16-05-2025
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Tehran Konferansa Diyalogê ya Tehran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diçe Tehranê û dê beşdarî Konferansa Diyalogê ya Tehranê bibe.

Balyozê Îranê yê Bexdayê Mihemed Kazim Al Sadiq ji medyaya Îranê re ragihand ku Nêçîrvan Barzanî dê here Tehranê.

Navenda Lêkolînên Siyasî û Navneteweyî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê dê di navbera 18 û 19ê Gulanê de Konferansa Diyalogê ya Tehranê li dar bixe.

Mihemed Kazim Al Sadiq diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên jî hatiye vexwendin.

Serokê Navenda Lêkolînên Siyasî û Navneteweyî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade got ku ji 53 welatên cîhanê şande hatine vexwendin da ku tev li konferansê bibin.

Nêçîrvan Barzanî 30ê Tîrmeha 2024an jî çûbû Tehranê û beşdarî merasîma sondxwarinê ya Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan bûbû.

Nêçîrvan Barzanî her wiha destpêka Gulana 2024an jî çûbû Tehranê û bi Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî, serokkomarê wê demê Îbrahîm Reîsî û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re civiyabû.

Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî 22yê Gulana 2024an ji bo sersaxiya Îbrahîm Reîsî çûn Tehranê.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab gotibû, "Ew miamelya ku li Tehranê li gel Nêçîrvan Barzanî tê kirin miameleyeke serokekî rêzlêgirtî ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst