Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, “Kuştina Elî Xamineyî dê şer gur neke û berevajî vê yekê dê zûtir biqedîne.”
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu şerê di navbera welatî û Îranê de ji kanala Amerîkî ABC Newsê re nirxand.
Benjamin Netanyahu îdiayên debarê sûîqesta li dijî Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî jî nirxand.
Di medyayê de hatibû gotin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump plana kuştina Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî red kiriye ku bi gotina wî dê nakokiyan zêde bike.
Netanyahu li ser vê yekê got, “Ev yek şer zêde nake, berevajî vê yekê dê zûtir şer biqedîne.”
Serokwezîrê Îsraîlê li ser pirsa, “Gelo hûn dê Xamineyî bikin armanc?” got, "Îsraîl tişta ku divê bike dike."
Netanyahu da zanîn ku wan zanyarên nukleerî yên herî pêşeng ên Îranê kirine armanc û got, "Ew bi eşkereyî tîma nukleerî ya Hîtler bûn."
Bi gotina Netanyahu berjewendiya herî mezin a Amerîkayê ew e ku piştgiriya Îsraîlê bike.
Wî her wiha derbarê êrişên Îranê got, “Îro Tel Evîv, sibe New York e. Ez şîara 'Pêşî Amerîka' fêm dikim lê ez 'Amerîkaya Mirî' fêm nakim. Ew kes (Îran) vê yekê dixwazin."
Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaza Îsraîlê ya kuştina Xamineyî, bi sedema ku dê aloziyên zêdetir bike, red kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse