Lûtkeya Welatên Kendavê bidawî bû

16-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Welatên endamên Encûmena Hevkariya Kendavê daxwaz ji Îranê kirin ku rêzê li serweriya welatan bigre, Siûdiyê da xuyakirin ku dê berhemanîna petrolê zêde bike.

Lûtkeya Bilind a Ewlehî û Pêşketinê ya Ceddeyê li Erebistana Siûdî, bi axaftina vekirinê ya Şazadeyê Cênişînê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman dest pê kir.

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî beşdarî "Lûtkeya Bilind a Ewlehî û Pêşketinê ya Ceddeyê li Erebistana Siûdî "bû, ku welatên endamên Encumena Hevkariya Kendavê (GCC) û herwiha Misir, Iraq û Urdun hatibûn vexwendin.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî (SPA), Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî, Serokê Îmaratê Muhammed Bin Zayed El Nahyan, Şahê Urdinê Melîk Ebdullahê Duyem, Mîrê Qeter Temîm Bin Hemed El Sanî, Cênişînê Kuweytê Mişeal El-Ehmed El-Cabir El-Sabah, Nûnerê Taybet ê Şahê Umanê û Cîgirê Serokwezîr Esed Bin Tariq bin Teymur El Saîd, Qralê Behreynê Hemed bin Îsa El Xelîfe û Cênişînê û Serokwezîrê Behreynê Selman Bin Hemed bin Îsa El Xelîfe li ji aliyê Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman ve yek bi yek hat pêşwazîkirin.

Mihemed bin Selman: Me biryar daye berhemanîna petrolê bigihînin 13 milyon bermîlan

Şazadeyê Cênişînê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman di lûtkeyê de diyar li ku Em dixwazin ev lutke bibe sedema bihêzkirina têkiliyên me û Amerîka û got: “Em hêvî dikin ku qonaxeke nû di peywendiyên me yên bi Amerîkayê re dest pê bike.”

Mihemed bin Selman da xuyakirin ku Kêmkirina naberpirsane ya berhemên enerjiyê bandoreke xerab çêdikir û got: “Em dê kar bikin bo zêdekirna berhemanêna petrolê bo 13 milyon bermîlan, lê hêza me ya ji wê zêdetir nîne.

Derbarê kiryarên Îranê yên li Herêmê de jî Selman wiha got: “Em daxwazê ji Îranê dikin ku hevkariyê li gel welatên navçeyê û Ajansa Enerjiya Atomê bike. Herwiha em daxwazê jê dikin destwerdanê di karûbarê welatên din de neke.”

 Şazadeyê Cênişînê Erebistana Siûdî tekez kir ku ew pêşkeftina aborî û siyasî ya Iraqê bilind dinirxînin û got: “Divê pirsgirêkên navçeyê bi lihevtêgihêştinê bêne çareserkirin.”

Biden: Amerîka Rojhilata Navîn vala nake

Di lûtkeyê de Biden da xuyakirin ku ew dê berdewam be li ser peywndiyên stratejîk ên li gel welatên Kendavê û haydarî da ku ew qebûl nakin gef li veguhestina deryayî bê kirin.

Joe Biden da zanîn ku ew kar dikin bo avakirina hevbeşî û bingeheke nû û got: “Amerîka dê wek hevkarekî çalak li Rojhilata Navîn bimîne. Her li ku be em dê li dijî terorê bin. Em dê di têkoşîna li dijî terorê de alîkariya hevpeyman û hevkarên xwe bikin.”

Biden eşker kir ku ew piştevaniya bihêzkirina peywendiyan li gel wan welatan dikin ku rêzê ji yasayên navdewletî digrin û wiha got: “Em gefkirin li bazirganiya navdewletî li Geroya Hurmiz û Bab El-Mendeb qebûl nakin.”

Derbarê bernameya atomî ya ligel Îranê de jî Biden wiha got: “Îran berdewam e li ser karên xwe yên dujminkarane dijî welatên navçeyê. Em dixwazin çareseriyeke siyasî bo rûbirûbûna bernameya atomî ya Îranê bibînin.”

Di lûtkeyê de Biden herwiha eşkere kir ku Çîn û Rûsya zêdegaviyan dikin û hejmûna xwe zêde dikin

Mistefa Kazimî: Divê em bi hev re kar bikin bo çareserkirina pirsgirêkên

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî da zanîn ku welatî wî mijûlî pêkanîna hikûmeta nû ye û got ku wan li ser asta navdewletî destpêşxeriyek pêşkêş kirine bo çareserkirina rewşa navçeyê.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di lûtkeyê de got: “Iraqê roelek sereke di rûbirûbûna terorê û têkşikandina DAIŞê de hebû, hê jî riyeke dirêj li pêşiya me ye bo hişkkirina rihên terorê.”

Kazimî destnîşan kir ku divê ew bi hev re kar bikin bo çareserkirina pirsgirêkên ku li navçeyê hene û got: “Me destpêşxerî bo encamdana diyalogê li navçeyê pêşkêş kirine. Iraq piştevaniya diyaloga durxistina Rojhilata Navîn ji çekên atomî dike. Iraq ji bo vegerandina aramiyê piştgirî dide agirbesta li Yemenê. Em piştgiriyê didin xebatên navneteweyî yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê û Lubnanê. Em piştevaniya pirsa Filistînê dike. Divê em lezê bikin di dabînkirina pêdawîstî û xwarinê de bo gelên deverê.”

Derbarê rewşa Iraqê de jî Kazimî got: “Tevî zehmetiyan proseya siyasî û demokrasiyê li Iraqê pêş dikeve. Hêzên Iraqê di qonaxa li xwe girtina proseya ewlekariyê de ne bo parastina aramiya welat.”

Herî dawî Serokwezîrê Irqê got: “Me gelek peyman ji bo elektrîka Iraqê bi Erebistana Siûdî û welatên din re îmze kirine.”

Paşayê Urdinê: Take riya pêşkeftinê karê hevbeş e

Di lûtkeyê de Paşayê Urdinê Melîk Ebdulayê Duyem tekez kir ku take riya pêşkeftinê karê hevbeş e û got: “Me mêvandariya zêdetirî milyonek koçberên Sûrî kiriye û em xizmeta wan dikin. Em bi nûneratiya hemû welatan rûbirûyê wan pirsgirêkan bûne ku ji ber koçberî û awarebûnê derketine.”

Melîk Ebdulayê Duyem herwiha da zanîn ku ew ew rûbirûyê metirsiya qaçaxiya maddeyên hişber û çekan bûne.

 Paşayê Urdinê di heman demê de got ku “eger dewleta Filistînê neyê avakirin, aramî li navçeyê nayê bidestxistin.”

Serokkomarê Misrê: Divê em giringiyê bidin rola jinan,ciwan û saziyên sivîl 

Serokkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî jî di gotara xwe ya lûtkeyê de bal kişand li ser karên hevbeş ên bo çareserkirina pirgirêkên heêrmê û got: “Pêwîst e rola hemû welatan di danîna bingeha çareseriyê de hebe. Divê em hewlên xwe yên hevbeş zêde bikin bo dawîanîna şerên ku li navçeyê hene. Nabe em rê bidin ku hinek welat destwerdanê di karûbarê navçeyê de bikin. Divê rêz li hemû welatan bê girtin û destwerdan di karê wan de neyê kirin.”

Ebdulfetah Sîsî behsa avakirina dewletê Filistînê kir û got: “Divê pirsa Filistinê bê çareserkirin û mafê xwe werbigrin û dewlata wan bê avakirin.”

Derbarê pirgirêkên civakî de jî Serokkomarê Misrê tekez kir ku divê ew giringiyê bidin rola jinan,ciwan û saziyên sivîl.

Serokê Amerîkayê Biden piştî ku di 20ê Çileya 2021ê de dest bi wezîfeyê kir cara ewil serdana Erebistana Siûdî dike. Joe Biden bû yekem Serokê Amerîkayê ku rasterast ji Tel Avîvê çû Erebîstana Siûdî piştî biryara rêveberiya Riyadê ya vekirina qada hewayî ya xwe ji bo hemî firînên sivîl, di nav de lsraîl.

Serokê Amerîka Joe Biden dawî li serdana xwe ya Siudiyê anî û berê xwe da welatê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst