KAN: Îsraîl di wê baweriyê de ye ku Amerîka dê tevlî şer bibe

17-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Amerîka Îran Donald Trump Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku birêvebiriya Tel Evîvê di wê baweriyê de ye ku Amerîka dê di demeke nêzîk de tevlî êrişên li ser Îranê bibe.

Li gorî nûçeya Televîzyona dewletê ya Îsraîlê (KAN) ku agahiyên xwe dispêre berpirsekî pilebilind, Tel Evîv wisa dinirxîne ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê di êrişên ser Îranê de piştgiriyê bide Îsraîlê.

Hat ragihandin ku berpirsê Îsraîlî gotiye, "Serokê DYAyê Donald Trump dixwaze wekî wî kesî bê bibîranîn ku rejîma Îranê rûxandiye û ji ber vê sedemê zimanê xwe tund kiriye."

Berpirs îdia kir ku DYA dê di nêzîk de tevlî êrişa li dijî Îranê bibe û got:

"Trump naxwaze wekî kesekî ku di bûyera ewlehiyê ya herî girîng a sedsala 21ê de xwe li kêlekê girtiye bê bibîranîn, belkû dixwaze wekî kesê ku di rûxandina rejîma Îranê de rol leyîstiye bê bibîranîn."

Di nûçeyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku Serokê DYAyê li hemberî Îranê dest bi helwesteke êrişkar kiriye.

Hat ragihandin ku berpirsên pilebilind ên Îsraîlî di wê baweriyê de ne ku dê di rojên pêş de, bi zêdebûna êrîşan re, pêwîst be ku dest bi axaftina li ser mekanîzmayên bidawîkirinê were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst