Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Rûsyayê di pêwendiyeke telefonî de şerê li Siwêdayê û pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê nirxandin.
Serokkomariya Tirkiyeyê ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêwendiyeke telefonî pêk aniye.
Li gorî daxuyaniyê, Erdogan û Putin di axaftina xwe de pêwendiyên dualî yên di navbera her du welatan de û mijarên herêmî û cîhanî gotûbêj kirine.
Serokkomariya Tirkiyeyê daxuyand ku Erdogan di pêwendiya telefonî de gotiye:
"Şer û alozîyên piştî vekişîna hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ya ji Siwêdayê, gefê li seranserê herêmê çêdikin."
Erdogan her wiha amaje bi wê yekê jî daye ku “divê Îsraîl serweriya axa Sûriyeyê bin pê neke” û gotiye ku armanca welatê wî ew e ku “li Sûriyeyê aramî û ewlehî bê misogerkirin.”
Şerê li Siwêdayê
Şerê hêzên hikûmeta Sûriyeyê û Durziyan yê li parêzgeha Siwêydayê ji 13ê Tîrmehê ve dest pê kiriye û ji her du aliyan zêdeyî 300 kesî hatine kuştin.
Îsraîlê piştgiriya xwe ji bo Durziyan ragihandiye.
Artêşa Îsraîlê her wiha roja çarşemê (16ê vê mehê) avahiyeke ser bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ya li Şamê bombebaran kiribû.
Şerê Rûsya û Ukraynayê
Li gorî Serokomariya Tirkiyeyê, Erdogan derbarê şerê Rûsya û Ukraynayê jî tekez kiriye ku divê gera sêyem a dan û standinên di navbera her du welatan de dest pê bike û gotiye:
"Eger her du alî li ser demeke guncav li hev bikin Tirkiye amade ye ku mazûvaniya gotûbêjan li Stenbolê bike."
Hêjayî gotinê ye ku gera yekem a dan û standinên aştiyê yên Rûsya û Ukraynayê 15 û 16ê Gulana 2025an li Stenbolê hatibû kirin.
Her du aliyan li ser pevguhertina 1000 dîlên şer li hev kiribû.
Gera duyemîn a dan û standinan jî 2yê Hezîrana îsal dîsa li Stenbolê hatibû kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse