Serokwezîr Mesrûr Barzanî çû Îmarata Erebiyê

18-08-2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mesrûr Barzanî, li Ebû Dabiyê bi Serokê Îmarata Erebiyê Mihemed Bin Zayid El Nehyan re civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh çû Abu Dabiya paytexta Îmarata Erebiyê.

Mesrûr Barzanî li wê derê, bi Serokê Îmarata Erebiyê Mihemed Bin Zayid El Nehyan re hevdîtinek kir.

Barzanî û El Nehyan, di hevdîtinê li ser pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmarata Erebiyê gûftûgo kir.

Herwiha behsa baştirkirina hevkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarata Erebiyê de hate kirin.

Xeyn ji van mijaran, rûdanên li Rojhilata Navîn, Îraq û Herêma Kurdistanê jî hatin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst