Îsraîl vekişîna ji başûrê Sûriyeyê red dike

18-11-2025
Nîşan Îsraîl Sûriye Vekişîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Îsraîl di dan û standinên ji bo rêkeftineke ewlehiyê ya gengaz a bi Şamê re, vekişîna ji wan herêmên ku piştî rûxandina rejîma Beasê ketibû wan red dike.

Çavkaniyên Îsraîlî ji televîzyona dewletê ya Îsraîlê (KAN) re axivîn û wan da zanîn ku dan û standinên di navbera birêvebiriyên Tel Evîv û Şamê de yên ji bo rêkeftineke ewlehiyê asê mane.

Çavkaniyên Îsraîlî ragihand, ji ber ku Îsraîl vekişîna ji wan deverên ku piştî rûxandina rejîma Beasê ketibû wan qebûl nake, dan û standin asê mane.

Wan îdia kir ku birêvebiriya Tel Evîvê tenê li hemberî pêkanîna peymaneke aştiyê ya tam dê dawî li kontrola xwe ya li wan herêman bîne.

Li aliyê din, çavkaniyên Îsraîlî diyar kir ku peymaneke aştiyê ya tam di asoyê de xuya nake.

Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer meha îlonê gotibû ku bi birêvebiriya Tel Evîvê re "li ser rêkeftineke ewlehiyê ya ji bo vegera Îsraîlê ya li pozîsyona xwe ya beriya 8ê Kanûnê Pêşîn" dan û standin tên kirin.

Rewş çi ye?

Artêşa Îsraîlê 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an herêma tampon a li tenişta Girên Golanê (Colan) yên ku ji sala 1967an di bin destê wê de ne kontrol kirin.

Hêzên Îsraîlê kontrola xwe berfirehtir kir û 20 kîlometreyan nêzîkî Şamê ne.

Piştî rûxandina rejîma Beasê ya 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an, Îsraîlê li bi dehan xalên rejîma berê xist û bi êrişan gelek herêmên Sûriyeyê kirin armanc.

Ehmed Şer ragihandibû ku artêşa Îsraîlê ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an heta 18ê Îlonê li Sûriyeyê zêdetirî 1000 êrişên asmanî û zêdetirî 400 êrişên bejayî pêk anîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst