Iraq: Hemahengiya me li gel HSDê di asteke bilind de ye

19-05-2020
RÛDAW
Berdevkê Wezareta Berevaniya Iraqê Tehsîn Xefacî
Berdevkê Wezareta Berevaniya Iraqê Tehsîn Xefacî
Nîşan Iraq HSD Pêşmerge Sûriye DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Berevaniya Iraqê ragihand ku ew li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di asteke herî bilind de kar dikin û tekez kir ku peywendiyên wan bi hikûmeta Sûriyê re jî hene ji bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê.

Tehsîn Xefacî ji Rûdawê re tekez jî kir, di operasyonên li dijî DAIŞê de û hêzên Herêma Kurdistanê bi wan re dibin alîkar ji bo ku çekdarên DAIŞê, ji Sûriyê derbasî Iraqê nebin.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Iraqê, Tehsîn Xefacî, dibêje, “Hemahemgiya me bi aliyên Sûriyê jî hene li ser du beşan, Yekem hemahengî bi hêzên HSD re ye, bi rêya peywendî û kar ê bi hevpeymaniya navdewletî re,  bi rêya HSD em zanyariyan li ser girtiyên DAIŞê kom dikin, taybet ew girtyên di zindanên HSD de.”

 Tehsîn Xefacî got, “Hemahengiya dûyem jî, bi hikûmeta Sûriyê re ye, bi rêya navenda ewlekarî ya Wezareta Berevaniyê, ku ew jî odeyeke 4 alî ji Rûsya, Îran, hikûmeta Sûriyê û Iraqê pêk tê, ev hemahengiya bilind bi warê zaniyariyan û operasyonên teror de, gelek girîng e, hemahengiyeke mezin navbera me û hêzên HSD û hikûmeta Sûriyê re heye.”

Berdevkê Wezareta Berevaniya Iraqê diyar kir ku hemahengî û karekî wan ê baş li gel hêzên Pêşmerge jî heye û got, “hêzên Herêmê jî beşdarî operasyonan, parastina ewlekariyê û pilanê dibe, da ku terorist ji Sûriyê derbasî Iraqê nebin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst