Ramî Ebdulrehman: Çekdarên Sûriyeyê xwediyê zihniyeta DAIŞê ne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Çekdarê Sûriyeyê yê keziya şervanekê jê kiribû û şervaneke HSDyê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Çekdarê Sûriyeyê yê keziya şervanekê jê kiribû û şervaneke HSDyê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Ramî Ebdurehman HSD Sûriye DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê eşkere kir ku zihniyeta wan çekdarên Artêşa Ereban a Sûriyeyê mîna ya DAIŞê ye.

 Bi destpêkirina êrişên wan ên li ser herêmên di bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDyê de, çekdarên Artêşa Ereban ya Sûriyeyê zincîreke binpêkirinên mirovî û kiryarên tundûtûjiyê pêk anî ku bûye sedema karvedanên tund ên navxweyî û navneteweyî.

Dîmenên trajîk û serbirîn

Dîmenên vîdeoyî yên ku li ser torên civakî belav bûne, dîmenên diltêzîn nîşan didin. Di yek ji wan dîmenan de, çekdarekî Artêşa Sûriyeyê bi kêrê (çeqo) xuya dibe û gefa serbirîna şervanên HSDyê dixwe ku wan wekî "berazên PKKyê" bi nav dike û behsa tolhildanê dike.

Li gorî agahiyan, hejmarek şervan ji aliyê wan çekdaran ve hatine serbirîn.

 Êrişa li ser miriyan

Binpêkirin ne tenê li hemberî mirovên zindî ne, goristan jî ji destê wan çekdaran neparastî ne.

Li bajarokê Şedadê yê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê, çekdarekî Artêşa Sûriyeyê kêlên gorên wan şervanan dişikîne ku di şerê dijî DAIŞê de şehîd bûbûn.

Ev wekî bêrûmetî li hemberî qurbaniyên şerê terorê tê hesibandin.

Ramî Ebdulrehman: Ew bêyî hovîtiyê nikarin bijîn

Birêvebirê Çavdêrîgehê li ser binpêkirinan ji Rûdawê re axivî û bal kişand ser kûrahiya karesatê û got, "Binpêkirin eşkere ne.

Ji wan hatiye xwestin ku dîmenan negirin lê ew ne di bin siya wê hovîtî û zihniyeta terorîstî ya DAIŞê de nebe nikarin bijîn."

Ramî Ebdulrehman her wiha diyar kir ku wan bi çavên xwe dîtiye ka çawa sivkayetî bi dîlên jin ên Kurd tê kirin.

Ebdulrehman di berdewamiyê jî de got, "Me bi deng û reng serbirîna jineke şervan a Kurd dît, me parçekirina termên şervanan dît."

 Bêrêziya li şervanên jin

Yek ji dîmenên din ên herî xerab, jêkirina keziya şervaneke jin a koçkirî ye ji aliyê çekdarekî ve ku wekî destkeftiyekê pê serbilind dibe.

Her wiha vîdeoyên din hene ku tê de çekdar porê keçên şervan ên dîl radekêşin û bi gotinên nebaş bêrêziyê li wan dikin.

Hişyariya karesata mirovî ya li Kobaniyê

Hevdemî van binpêkirinan, "Navenda Agahiyan a Rojava" hişyarî dide ku bajarê Kobaniyê ji her çar aliyan ve ji aliyê Artêşa Ereban a Sûriyeyê ve hatiye dorpêçkirin.

Navendê hişyarî da ku eger rewş wiha bidome, karesateke mirovî ya mezin li wî bajarî rû dide.

Azad Berxbotanê niştecihê bajarê Kobaniyê ye behsa wan metirsiyan dike ku di bin dorpêç û êrişan de rûbirûyî xelkê herêmê bûne.

Karvedan

Ev binpêkirinên Artêşa Sûriyeyê ku piştî 6ê vê mehê dest pê kirine, piştî êrişên li ser taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên Helebê û bipêşketina wan a ber bi Reqa, Dêrazorê û Hisîçayê ve, li ser torên civakî û navendên mafperwer pêleke tund a nerazîbûnê derxist holê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst