Mûşek li nexweşxaneyê ket: Netanyahu gef xwar

19-06-2025
RÛDAW
Nîşan Benjamin Netanyahu Îran Îsraîl Mûşekbarankirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê piştî êrişa mûşekî ya Îranê got ku ew dê tolê ji Îranê bistînin.

Îranê vê sibehê bi zêdetirî 20 mûşekî êrişî Îsraîlê kir ku yek ji wan li nexweşxaneyeke bajarê Berşevayê yê Îsraîlê ket.

Di encama mûşekbarana Îranê de herî kêm 30 kes birîndar bûn.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derbarê mûşekbaranê de daxuyaniyek belav kir gef li Îranê xwar.

Netanyahu got, "Îro sibê, zordarên terorîst ên Îranê mûşek avêtin Nexweşxaneya Sorokayê li Berşeva yê û nifûsa sivîl a li navenda Îsraîlê. Em dê bi tevahî tolê ji zordarên li Tehranê bistînin."

"Îranê xeta sor derbas kir"

Di heman demê de, Wezîrê Tenduristiyê yê Îsraîlê Uriel Buso ragihand ku Îranê bi armancgirtina nexweşxaneya Sorokayê ya li Berşevayê ya li başûrê welêt, xeta sor derbas kir.

Radyoya Artêşa Îsraîlê ji zarê Buso veguhest ku, tişta ku hatiye kirin tawaneke şer e ku Îranê pêk aniye.

Çi bûbû?

Îranê vê sibehê zêdetirî 20 mûşekî avêtin Îsraîlê û mûşek li navend û başûrê welêt herî kêm li 4 deveran ketine.

Hat ragihandin ku mûşek li navenda welêt li Tel Evîv, Ramat Gan û Holonê, û li başûr jî li bajarê Berşevayê mûşek rasterast li hin avahiyan ketin û mûşeka ku Berşevayê kiribû hedef, li nexweşxaneya Sorokayê ketiye.

Servîsa hawarçûnê ya bilez a Îsraîlê, Stêrka Sor a Dawid, diyar kir ku di êrişên ku derdora saet 07:10an de pêk hatine de, wan agahiyên derbarê cihên lêketinê wergirtine û gihîştine herêman.

Hat ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kirine û li gorî agahiyên destpêkê, di êrişan de herî kêm 30 kes birîndar bûne ku rewşa hinekan giran e.

Dibe ku hejmar zêde bibe, ji ber ku êrîş nû rû daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst