Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo hevdîtina bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth re çû avahiya Wezareta Parastinê (Pentagon).
Hegseth, li ber deriyê Pentagonê bi merasîmeke fermî pêşwaziya Netanyahu kir.
Di merasîma ku hevjîn jî beşdar bûn de, sirûdên neteweyî yên Îsraîl û Amerîkayê hatin lêdan.
Piştî merasîmê, Netanyahu û Hegseth ji bo hevdîtinê derbasî avahiyê bûn.
Beriya ku derbasî hevdîtina xwe ya ji çapemeniyê re girtî bibin, Netanyahu û Hegseth pirsên rojnamegran bêbersiv hiştin.
"Pîlotên B-2yê peyamek da cîhanê"
Beriya hevdîtina di navbera şandeyan de, dîmenek kurt ji çapemeniyê re hat dayîn.
Li vir Hegseth ji ber serkeftinên wan ên di ên dawî yên li dijî Îranê de, spasiya pîlotên Amerîkî yên ku êriş birin ser tesîsên nukleerî yên Îranê û operatorên sîstema parastina moşekî ya THAAD a artêşa Amerîkayê ya li Îsraîlê kir.
Hegseth îdia kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, beriya êrişan "her derfet" daye Îranê da ku derbarê bernameya xwe ya nukleerê de bi rêya dan û standinan bigihîje çareseriyekê û got, "Li vir pîlotên B-2yê peyamek da cîhanê."
Hegseth pesnê êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê jî da, ji ber ku Îsraîl ji bo Amerîkayê "hevalbendeke dost û mînak" e, spasiya Netanyahu kir.
Netanyahu jî got ku ew di wê baweriyê de ye ku Îran û her kesê li Rojhilata Navîn hay ji peyama ku pîlotên B-2yê daye heye û gotina "Qîrîna du şêran li seranserê cîhanê hat bihîstin" bikar anî.
"Pêşî hêz, paşê aştî tê"
Netanyahu diyar kir ku ew bawer dike ku êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê dê "ji bo aştiyê encamên dîrokî" bi xwe re bînin û wiha axivî:
"Pêşî hêz, paşê aştî tê. Em hêvî dikin ku em ê di demek nêzîk de fêkiyên aştiyê bigirin".
Netanyahu û Hegseth, pirsên ku çapemeniyê kirin jî bêbersiv hiştin.
Hate dîtin ku di hevdîtina şandeyan de, di serî de Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) General Michael "Erik" Kurilla û Wezîrê Karên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer, gelek berpirsên din jî amade bûn.
Du endamên Civata Nûneran a Amerîkayê, di 3yê Tîrmehê de pêşniyarek pêşkêşî Civatê kirin ku eger were tespîtkirin ku Îran çekên nukleerî pêş dixe, desthilatî bide Serok Donald Trump ku balefirên bombebaranê yên dizî yên B-2 û bombeyên "kun-kerê stargehan" bide Îsraîlê.
Amerîkayê di 22yê Hezîranê de, bi mûşekên ku ji balefirên bombebaranê yên dizî yên B-2 hatin avêtin, li tesîsên nukleerî yên Îranê xist.
Ev moşek nêzîkî 6 metre dirêj in û dikarin bi dehan metre di bin erdê de zirarê bidin.
Tê zanîn ku Amerîka 19 balefirên B-2 di destê wê de ne, heta niha agahiyên van balefiran bi ti welatî re, hevalbendên xwe jî di nav de, parve nekiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse