Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku Hemasê termên 2 dîlên din radest kirine.
Derengketina di dîtina termên li bin kavilên Xezeyê de gefê li agirbesta nazik dixwe.
Mijara termên dîlên ku hîn li Xezeyê ne, di bicihanîna agirbestê de bûye xaleke sereke.
Îsraîlê vekirina deriyê sereke yê Xezeyê bi vegerandina termên hemû dîlan ve girê daye.
Ajansên alîkariyê daxwaz kiriye ku Deriyê Sînorî yê Refahê yê bi Misirê re ji bo bilezkirina gihandina xwarin, sotemenî û dermanan were vekirin.
Di heman demê de, tîmên rizgarkirinê yên Xezeyê dibêjin ku tevî agirbestê jî Îsraîlê êrişên xwe ranewestandine.
Şeva şemiyê, Lîwayên Îzedîn Qesama baskê leşkerî yê Hemasê, di çarçoveya rêkeftina ku bi navbeynkariya Amerîkayê li gel Îsraîlê hatiye kirin de termên 2 dîlan radest kirin.
Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê piştrast kir ku Xaça Sor term wergirtine û radestî hêzên Îsraîlê kirine.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hişyarî da ku heta Hemas çekan daneyne û Xeze ji çekan neyê paqijkirin, şer bi dawî nabe.
Netanyahu ji Kanala 14 a Îsraîlê re got, "Em hêvî dikin bi başî bi dawî bibe."
Netanyahu da zanîn ku ew dê sala bê beşdarî hilbijartinan bibe û li benda serkeftinê ye.
Hemas heta niha li dijî çekdanînê radiweste û ji dema ku şer rawestiyaye ve ji bo ku careke din kontrola xwe li ser Xezeyê ferz bike, ketiye liv û tevgerê.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê doh ragihand ku "agahiyên pêbawer" hene ku Hemas plan dike êrişî sivîlan bike û hişyarî da ku ev dê bibe "binpêkirina agirbestê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse