Hewlêr (Rûdaw) - Ev demek bû behsa vegera koçberên Sûriyeyî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nehatiye kirin lê ew pêvajo hîn jî didome.
Piştî ketina desthilata Beşar Esed, vegera koçberên Sûriyeyî didome û van demên dawiyê 691 Sûriyeyî ji bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê vegeriyane welatê xwe.
Sûriyeyiyên ku bi dilxwazî vedigerin ewil serî li navendên vegerandinê didin û paşê ji wê derê bi otobusan diçin deriyên sînorî.
“Êdî bes e, me bêriya welatê xwe kiriye”
Koçberê Sûriyeyî Ammar Zerruk got, “Em ji ber mazûvaniyê spasiya xelkê Tirkiyeyê dikin.
Niha şer bi dawî bûye û em dixwazin vegerin welatê xwe.
Êdî bes e, me bêriya welatê xwe kiriye û ji ber wê em bi dilxwazî vedigerin.”
“Em gelekî xemgîn in”
Sûriyeyiyên ku salên dirêj koçberiyeke zehmet derbas kiriye, kêfxweş in ku vedigerin welatê xwe.
Koçberê Sûriyeyî Muhamed El Selamî jî da zanîn ku ev 10 sal in ku ew li Tirkiyeyê dijî û got:
“Em gelekî xemgîn in ku ji van deran diçin lê înşelleh em dê dîsa wekî serdan werin.”
Li gorî amarên fermî, ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ve ku rejîma Esed rûxiya, zêdeyî 412 hezar koçberên Sûriyeyî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi dilxwazî vegeriyane welatê xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse