Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên birêvebiriya Trump ditirsin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu agirbesta li Xezeyê bi dawî bîne û careke din li dijî Hemasê şer bide destpêkirin.
Li gorî raporeke rojnameya New York Timesê ya Amerîkayê ku ji zarê çend berpirsên Amerîkayê ve hatiye belavkirin, îdareya Trump dilgiran e, dibe ku Netanyahu agirbestê binpê bike û bi dawî bîne.
Rojnameya Amerîkî amaje pê kir ku berpirsên payebilind ên Amerîkayê, di nav wan de Cîgirê Serok J.D. Vance, Nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff û Şêwirmend û zavayê Trump Jared Kushner, plan dikin ku vê hefteyê bi Netanyahu re bicivin û zextê li serkirdayetiya Îsraîlê bikin ku agirbestê biparêzin û berdewamiyê bidinê.
Di berdewamiya raporê de tê gotin ku bi mebesta şandina tîmeke taybet a dîtin û vegerandina termên wan dîlên ku hîn li Xezeyê mane biryar e berpirsên payebilind ên Amerîkayê bi berpirsên Tirkiyeyê re jî gotûbêjan bikin.
Derbarê egera têkçûna agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê, Trump di civîna xwe ya bi Serokwezîrê Awistralyayê re de li Koşka Spî hişyarî da ku eger Hemas agirbestê binpê bike, ew dê rê bidin Îsraîlê ku wan ji holê rake.
“Ew baş tevdigerin”
Trump li ser vê ji rojnamegeran re ragihand:
"Me li gel Hemasê li hev kir ku ew dê baş tevbigerin.
Heta niha ew baş tevdigerin. Eger wisa nekin û pêwîst bike em dê wan ji holê rakin.
Ew vê yekê baş dizanin."
Rapora rojnameya New York Timesê her wiha amaje pê kir ku niha berpirsên tîma Trump bala xwe daye ser stratejiyeke ji bo parastina agirbestê û peymana aştiyê ya Rojhilata Navîn, lewma biryar e Vance di rojên pêş de bigihêje Îsraîlê û li gel Witkoff û Kushner hewl bide Netanyahu razî bike ku êdî li ser destpêkirina êrişên li dijî Hemasê nefikire.
Li gorî berpirsekî payebilind ê îdareya Trump, niha rewş gelekî hestyar e û hem Witkoff û hem jî Kushner li xwe mikur hatine ku hîn jî metirsiya hilweşandina rêkeftinê heye.
Ev di demekê de ye ku roja Duşemê, rûniştinên zivistanê yên Knessetê (Parlamentoya Îsraîlê) dest pê kirin û Netanyahu di gotarekê de ragihand ku eger par guh bidaya nêrînên aliyên mixalefetê yên ji bo bidawîanîna şerê Xezeyê, wê demê "Îsraîlî dê bibûna dûxana çeka atomî".
Lê di heman rûniştinê de, Serokê partiya mixalif Yair Lapid, serokwezîr tometbar kir ku di dema wî de, Îran bihêz bûye û bernameya xwe ya atomî bi pêş xistiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse